Hevşaredar Bucak beşdarî rûniştinên Civata Giştî û Buroya Rêveber a UCLG'ê bû
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di roja duyemîn a Kongreya Cîhanê ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) de ku li bajarê Tancayê yê Fasê berdewam dike, beşdarî civîna Civata Giştî ya UCLG'ê û rûniştina Buroya Rêveber (Executive Bureau) bû. Di rûniştinan de giringiya xizmetên giştî ji bo wekhevî, maf û jiyana demokratîk, rola rêveberiyên herêmî di birêvebiriya gerdûnî de û mijarên ji bo bihêzkirina hevkariyên navneteweyî hatin gotûbêjkirin.

Kongreya Cîhanê ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) bi beşdariya nûnerên rêveberiyên herêmî û xwecihî yên ji welatên cuda yên cîhanê, li bajarê Tancayê yê Fasê bi bernameyên roja duyemîn berdewam dike. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Hevserokê Yekitiya Şaredariyên Herêma Anadoliya Başûr-Rojhilat (GABB) Siraç Çelik, di çarçoveya kongreyê de beşdarî rûniştina Buroya Rêveber a UCLG'ê (Executive Bureau) bûn û li ser rojevên rojane yên rêveberiyên herêmî fikr û ramanên xwe peyivîn.
Paşeroja xizmetên giştî hat gotûbêjkirin
Li rûniştina ku nûnerên rêveberiyên herêmî û xwecihî anîn cem hev, rola krîtîk a xizmetên giştî ji bo wekhevî, maf û jiyana demokratîk hat nirxandin. Li ser mekanîzmayên diyaloga civakî yên ku ji bo bilindkirina kalîteya xizmetên giştî, gihandina wan ji bo her kesî û avakirina avahiyeke ku li hemberî krîzan berxwedêrtir be, gotûbêj hatin kirin.
Peymana Çarçove ya Gerdûnî hat nûkirin
Yek ji sernavên giring ên rojeva rûniştinê nûkirina Peymana Çarçove ya Gerdûnî ya ku di navbera UCLG û Public Services International (PSI) de hatibû îmzekirin bû. Bi peymana nûkirî re, vîna hevpar a ji bo pêşxistina xizmetên giştî yên berfireh, wekhevparêz û li ser bingeha mafan careke din hat piştrastkirin.
Li rûniştina ku bal kişand ser giringiya polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên ku tevlêbûna demokratîk bihêz dikin, wekheviya civakî diparêzin û gihandina xizmetên giştî zêde dikin, hat destnîşankirin ku divê piştgirî û hevkariya navneteweyî berdewam bike.
Civîna Civata Giştî ya UCLG'ê
Hevşaredar Bucak piştî vê civînê beşdarî civîna Civata Giştî ya UCLG'ê bû. Civatê ji bo serdemê piştî sala 2030'an, bi armanca bihêzkirina piralîbûna herêmî ya li ser bingeha aştiyê û zêdekirina rola rêveberiyên herêmî di birêvebiriya gerdûnî de, lîderên herêmî û xwecihî yên ji çar aliyên cîhanê anîn cem hev. Di rûniştinê de dema ku modelên nû yên hevkariyê yên ku dê aştî, tevlêbûn û birêvebiriya demokratîk bihêz bikin hatin nirxandin, vîzyoneke hevpar ji bo nûnertiya bibandortir a rêveberiyên herêmî di pêvajoyên biryardana navneteweyî de hat diyarkirin.
Bernameyên îro yên Kongreya Cîhanê ya UCLG'ê
Di çarçoveya bernameya roja duyemîn a Kongreya Cîhanê ya UCLG'ê de; “Civînên Şêwirî yên Herêmî yên UCLG-MEWA”, “Rûniştinên Birêvebiriya Demokratîk di Rêveberiyên Herêmî de”, “Panela Xizmetên Giştî û Dadweriya Civakî”, “Civînên Koordînasyonê yên Rêxistinên Herêmî”, “Rûniştinên Krîza Avhewayê û Berxwedanê di Rêveberiyên Herêmî de”, “Civînên Xebatê yên Hevkariya Navneteweyî û Herêmîbûnê” û “Hevdîtin û Têkiliyên Dualî yên di Navbera Şandeyan de” dê bên lidarxistin. Di kongreyê de dê mijarên mîna pêşîneyên rêveberiyên herêmî, hevkariyên herêmî, birêvebiriya demokratîk, têkoşîna li dijî krîza avhewayê û bihêzkirina xizmetên giştî bên nirxandin.
Kongre dê bi rûniştin û civînên cuda berdewam bike da ku ji bo pirsgirêkên ku rêveberiyên herêmî di asta gerdûnî de rû bi rû ne, çareseriyên hevpar werin dîtin.
