Îtfaiyeya Amedê der barê prêzeyan de hişyariyan dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, amadekariyên xwe yên li dijî şewatên pûşpelişî (prêze), dexledan û rûerdê yên ku di mehên havînê de zêde dibin, temam kirin. Li aliyekî şiyana destwerdana li dijî şewatên ku zirarên mezin didin zeviyên çandiniyê, qadên jiyana sirûştî, hevsengiya ekolojîk û cihêrengiya biyolojîk hat zêdekirin; li aliyê din jî bang li hemwelatî û cotkaran hat kirin ku li dijî rîskên şewatê hişyar bin û prêze û pûşpelişiyan neşewitînin.

Serokatiya Daîreya Agirvemirandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi destpêkirina werza havînê re amadekariyên xwe yên li dijî şewatên pûşpelişî û dexledanê temam kirin û li hemberî şewatên muhtemel ket rewşa amadebaşiyê. Li çarçoveya xebatên ku ji bo parastina ewlehiya can û mal li seranserê bajêr tên meşandin, şiyana destwerdanê hat xurtkirin.
Bi mufrezeyên nû bo destwerdana bilez
Serokê Daîreya Agirvemirandinê Mehmet Candar, agahî dan û diyar kir ku îsal dê mufrezeyên nû li dijî şewatan xizmetê bikin. Candar da zanîn ku li Habeşî, Navenda Bagcilar a Baglarê, Talaytepe, Baxçeyê Lavantayê yê TOKÎ ya Uçkuyuyê ya li navçeya Yenişehirê, ser rêya Karakopru-Çinarê û li qada AFAD’ê mufrezeyên nû hatine avakirin û anî ziman ku bi saya van xalan armanc dikin ku zûtir bigihîjin cihê bûyerê.
Şaxên nû li rê ne
Candar destnîşan kir ku xebatên ji bo berfirehkirina tora xizmetê ya teşkîlata agirvemirandinê berdewam dikin û da xuyakirin ku di heyama pêş de plan dikin ku li Oglakli/Habeşî, herêma CNG û derdora Teknokentê sê şaxên nû vekin. Candar bal kişand ser vî tiştî ku ev veberhênan parçeyek ji amadekariyên salên pêş in û diyar kir ku li gorî pêwîstiyên bajarê ku mezin dibe dê şiyana xizmetguzariyê bêtir bibe.
Fîloya wesayîtan xurt dibe
Candar anî ziman ku di çarçoveya kirîna wesayîtan a sala borî de dê 22 wesayîtên nû tev li fîloya agirvemirandinê bibin û got ku piştî temambûna karûbarên ruxsat û sîgorteyê wesayît dê bikevin ber xizmetê. Candar diyar kir ku wesayîtên nû dê bi taybetî di destwerdana şewatên pûşpelişî û dexledanê yên li herêmên gundewarî de tevkariyeke giring bikin û bi xurtbûna fîloyê re dê têkoşîna li dijî şewatê bi awayekî çalakgirtî bête meşandin.
‘Amadekariya herî giring bihişmendbûn e’
Candar destnîşan kir ku di rûbirûbûna şewatan de hestiyariya hemwelatiyan xwedî girîngiyeke mezin e û daxuyand ku li gel amadekariyên teknîkî, divê hişmendiya civakî jî bête xurtkirin. Candar bi taybetî bang li welatiyên ku wesayîtan diajon kir û got ku avêtina qûnikên cixareyan ên nevemirandî yên li qeraxên rêyan dibe sedema şewatên mezin. Candar anî ziman ku ev xemsarî zirarê dide dexledanî, qadên jiyana sirûştî û zindiyan û diyar kir ku divê her kes bêtir baldar be.
Banga baldariyê ji bo qadên pîknîkê
Candar bal kişand ser vî tiştî ku di mehên havînê de agirên ku li qadên pîknîkê tên vêxistin jî rîska şewatê çê dikin û diyar kir ku divê hemwelatî heta ku agirê xwe bi temamî venemirînin ji qadên pîknîkê dernekevin. Candar anî ziman ku agirên bêkontrol dibin sedema şewatên daristanan û ev rewş zirarên giran dide xweza û hevsengiya ekolojîk.
Hejmara xebatkaran hat zêdekirin
Candar diyar kir ku berî werza şewatê şiyana xebatkaran jî hatibû xurtkirin û da zanîn ku Şaredariya Bajarê Mezin 75 xebatlkarên nû girtine ser kar û her weha nêzî 25 nefer jî bi tayînê ji bajarên cuda hatine Amedê. Candar destnîşan kir ku bi vî rengî li gorî sala borî nêzî 100 personel zêde bûne û diyar kir ku hemû tîmên wan ji bo têkoşîna li dijî şewatan amade ne.
Banga Cotkaran: Pûş pelaxê neşewitînin
Candar bal kişand ser giringiya parastina berhemên ku salekê keda wan hatiye xwarin û destnîşan kir ku divê cotkar di dema dirûnê de bêtir baldar bin. Candar ji hemwelatiyên ku li gundan dijîn xwest ku heta dirûna dexl û danan qediyan, traktorên xwe li zeviyan amade bihêlin û got ku piştî dirûnê divê pûşpelişî bi tu awayî neyên şewitandin. Candar anî ziman ku şewatên pûşpelişiyan ne tenê dibin sedema windakirina berheman, di heman demê de xêrûbêra axê kêm dikin, jiyana zindiyan dixe metirsiyê û di demeke dirêj de zirarê dide jîntarê.
Pêvajoya qanûnî dê bête bicihkirin
Candar diyar kir ku saziyên peywendîdar ji bo rûbirûbûna şewatên pûşpelişiyan biryareke hevpar girtine û destnîşan kir ku li dijî kesên ku guh nadin rêbazan dê pêvajoya yasal û ceza bête bicihkirin. Candar rûniştand ku şewitandina enizan hem zirarê dide xwezayê û hem jî dide hilberîna çandiniyê, û li gotinên xwe zêde kir ku hestiyariya hemwelatiyan a di vê mijarê de xwedî girîngiyeke mezin e.
