Hevşaredar Bucak li Kongreya UCLG’ê tecrûbeya aştî, hafize û demokrasiyê ya Amedê parve kir
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li panela bi navê “Ji bo Pêdiviyên Bingehîn ên Jiyana Rojane Tifaqeke Navbera Nifşan” a ku di çarçoveya Kongreya Cîhanî ya UCLG’ê de hat lidarxistin axivî. Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser dîroka pirçandî, tecrûbeya demokrasiyê ya Amedê û rola rêveberiyên herêmî ya di avakirina aştiya civakî de.

Kongreya Cîhanî ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG) li bajarê Tanca yê Fasê bi panelên cuda berdewam dike. Li panela bi sernavê “Ji bo Pêdiviyên Bingehîn ên Jiyana Rojane Tifaqeke Navbera Nifşan” ku bi beşdariya nûnerên rêveberiyên herêmî û cihkî yên ji welatên cuda yên cîhanê hat lidarxistin, beşdaran giranî dan ser pêşxistina çareseriyên hevpar ên rêveberiyên herêmî ji bo mijarên herî girîng ên polîtîkayên civakî yên îro. Di beşa yekem a panelê de, di çarçoveya nirxandina xanî wekî mafekî mirovî û nirxekî hevpar ê giştî, Akademiya Dadweriya Xanî hat nasandin; polîtîkayên herêmî yên ku li hemberî xaniyên gihîştî, jicihîbûn û lawaziyên ku ji ber krîza avhewayê dertên holê, hatin nirxandin.
‘Bajar aktorên avakar ên demokrasiyê ne’
Di beşa duyem a panelê de, nûkirina nêzîkatiyên li ser pêdiviyên bingehîn ên mîna xanî, lênihêrîn, xwarin, tenduristî û çandê hat nirxandin, ku ev pêdivî ne tenê wekî qadên xizmetguzariyê, lê wekî hêmanên bingehîn ên rûmeta mirovî, wekheviya civakî û demokrasiya herêmî hatin bidestgirtin. Di panelê de ku lîderên siyasî, nûnerên civaka sivîl û hevkarên navneteweyî anîn cem hev, hat nîqaşkirin ka rêveberiyên herêmî û xwecihî çawa dikarin bi nêzîkatiyên mafparêz û mirovnavend gihîştina xizmetên bingehîn xurt bikin. Her wiha pêşxistina perspektîfên polîtîkayên hevpar ên ku dikarin di xeta piştgirî, refah û çalakiya herêmî de beşdariyê li avakirina peymaneke nû ya civakî bikin, hat destgirtin. Di vê çarçoveyê de di panelê de hat armanckirin ku rola bajaran ne tenê wekî pêkhateyên îdarî yên xizmetguzariyê, di heman demê de wekî aktorên avakar ên dadweriya civakî û demokrasiya piralî bê xurtkirin.
Hevşaredar Serra Bucak a ku di panelê de axivî, diyar kir ku veguhastina navbera nifşan tenê bi mîrata çandî bi sînor nîne, divê tekoşîna demokrasî, wekhevî û aştiyê jî ji nifşekî derbasî nifşekî din bibe.
‘Em behsa bajarekî ku xwediyê dîrokeke 12 hezar salî ye dikin’
Hevşaredar Bucak ku bi behskirina berheviya dîrokî û çandî ya Diyarbekirê dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Em wekî bajarê Diyarbekirê behsa bajarekî ku xwediyê dîrokeke 12 hezar salî ye dikin. Em behsa bajarekî dikin ku Sûrên wê yên ku mîrata UNESCO ne ev 7 hezar sal in li ser piyan mane, bajarekî ku em dikarin jê re bibêjin Ewropî, Rojhilata Navînî û Mezopotamî. Ji ber vê yekê, em behsa bajarekî dikin ku pevçûn û şer jê kêm nebûne.”
Têkoşîna demokrasî, wekhevî û aştiyê
Hevşaredar Bucak da zanîn ku ew nîqaşên tifaqa navbera nifşan bi perspektîfa demokrasî û aştiyê dinirxîne û axaftina xwe wiha domand: “Ez dixwazim di mijara tifaqa navbera nifşan an jî veguhastina navbera nifşan de, behsa veguhastina têkoşîna demokrasî, wekhevî û aştiyê bikim. Ji ber ku tiştê ku bajarê me û bajarên din ên herêma me pêdivî pê heye, ew e ku em polîtîkayên şer, pevçûn, newekhevî û bêdadweriyê yên ku bi sedsalan e tên veguhestin berevajî bikin û nîşanî nifşan bidin ku rêyeke nû, jiyaneke wekhevparêz û jiyaneke aştiyane pêkan e.”
Bucak destnîşan kir ku rêveberiyên herêmî û civaka sivîl di vê veguhastinê de roleke girîng dilîzin û got: “Em ji praktîkek, ji tecrûbeyekê tên ku bawer dike ev pêkanbûn herî zêde li herêman; bi rêveberiyên herêmî, şaredarî, însiyatîfên sivîl û civaka sivîl gengaz e.”
‘Bajar têkoşîna çand û mafê zimanê dayikê da’
Bucak diyar kir ku Amed bajarekî weha ye ku bi salan e têkoşîna nasname, çand û mafê zimanê dayikê dide û wiha peyivî: “Ez behsa civatekê, bajarekî kurdan dikim ku bi salan e têkoşîna nasnameyê, têkoşîna çandê û têkoşîna mafê zimanê dayikê dide. Û ez behsa têkoşîn û tecrûbeyeke demokrasiyê dikim ku ev bajêr berhev kiriye.”
‘8 salan bajarên me ji aliyê şaredarên hilbijartî ve nehatin birêvebirin’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser pirsgirêkên demokratîk ên ku herêmê di salên dawî de jiyane û wiha anî ziman: “Me got em ji erdnîgariyeke dijwar tên; 8 salan bajarên me ji aliyê şaredarên hilbijartî ve nehatin birêvebirin. 8 salan hevşaredarên me yên şaredariyan avêtin girtîgehan, polîtîkayên zextê yên antîdemokratîk berdewam kirin. Di qonaxa ku em îro gihîştine de, bê guman divê em gelek tiştan telafî bikin, lê berî her tiştî divê em nîşanî nifşên ciwan bidin ku hîn jî li bajarên me, li erdnîgariya me jiyaneke aştiyane, wekhev û dadperwer, jiyana bi hev re pêkan e.”
‘Nifşê ciwan neçar dimîne ku koç bike’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku polîtîkayên xizanî, newekhevî û bêdadweriyê ciwanan neçarî koçberiyê dike û wiha pê de çû: “Heke ne wisa be, nifşên me yên ciwan ji ber polîtîkayên xizanî, newekhevî û bêdadweriyê bi koçberiyê re rû bi rû ne. Em ber bi Ewropayê, ber bi welatên cuda yên Ewropayê ve koçberiyeke mezin didin.”
Bucak destnîşan kir ku ji ber vê yekê berpirsiyariya rêveberiyên herêmî pêşxistina diyalogê ye li bajaran û da zanîn ku ew bi rêxistinên ciwanan, rêxistinên ekolojiyê û rêxistinên jinan re xebatên hevpar dimeşînin.
‘Em giranî didin ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku armanca bingehîn a di xebatên rêveberiyên herêmî de diyaloga civakî ye û axaftina xwe wiha domand: “Meşandina xebatên hevpar ji bo xizmetguzariyên bajêr û di hemû van xebatan de hûrbûna li ser yek meseleyê; ew jî diyaloga aştiyane, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û avakirina çanda me ya hevpar, paşeroja me ya hevpar bi hev re ye.”
‘Ev bajar xwediyê mîrateyeke pirçandî ye’
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku Diyarbekir di dirêjahiya dîrokê de rûniştvanî ji gelek gel û baweriyan re kiriye û bal kişand ser pêkhateya pirçandî ya bajêr û wiha got: “Em di heman demê de bajarek bûn ku ne tenê kurd lê dijiyan, di salên destpêkê yên avakirina Komarê de ermenî, suryanî, nifûsa xiristiyan û nifûsa nexiristiyan bi giranî lê dijiyan. Mixabin hemûyan koç kir. Niha ji wan ew çanda qedîm ji bo me ma.”
Bucak diyar kir ku ji bo zindîhiştina vê mîrata çandî ew çalakiyên cuda li dar dixin û got: “Em li bajarên xwe festîvalan çêdikin ku tê de hewl didin nîşan bidin ku ermenî, suryanî, xiristiyan di malên xwe de ligel kurdan, tirkan, êzidiyan û gelek çandan bi hev re dijiyan.”
‘Em aştî û rûbûnevebûnê di asta navneteweyî de nîqaş dikin’
Hevşaredar Bucak behsa çalakiyên çandî û civakî yên ku li Diyarbekirê tên lidarxistin kir û destnîşan kir ku li gel festîvalên şano û sînemayê yên navneteweyî, ew li ser mijarên aştî û lihevkirina civakî forumên nîqaşê jî li dar dixin. Bucak diyar kir ku di civînên navneteweyî yên herî dawî de wan tecrûbeyên cuda yên cîhanê nîqaş kirine û wiha got: “Me komên diyalogê yên navneteweyî vexwendin. Me meseleya aştiyê nîqaş kir. Me behsa tecrûbeyên cîhanê yên li ser aştî, muzakere, hafize, rûbirûbûn û hatina ba hev kir.”
‘Em dixwazin ciwan li ser zemînekî demokratîk dengê xwe bilind bikin’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku rêxistinbûna ciwanan di têgihîştina tifaqa navbera nifşan de xwedî cihekî girîng e û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li vir jî em her tim giranî didin ser tifaqeke navbera nifşan, helbet em vê yekê armanc dikin. Ji ber ku em dixwazin ciwan rêxistin bibin. Di vê çarçoveyê de em dixwazin ciwan bikaribin li ser zemînekî demokratîk dengê xwe bilind bikin, derfet û zemîn ji bo xwe bibînin. Ë em dizanin ku ev yek ji erkên sereke yên rêveberiyên herêmî ye. Bi vê berpirsiyariyê re ez dixwazim destnîşan bikim ku aştî, diyalog û her dem muzakere û têkoşîna demokrasiyê girîng e.”
