Ji bo nexweşên penceşêrê di pêvajoya dermankirinê de piştgiriya veguhastina ewle
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca kêmkirina zehmetiyên veguhastinê yên ku nexweşên penceşêrê di pêvajoyên dermankirinê de dikişînin, di çarçoveya sepana “Taksiya Civakî” de pêşkêşkirina piştgiriya veguhastina bêheq (bêpene) berdewam dike. Serokatiya Saziya Xizmetên Astengdar û Temenmezinan, di çarçoveya Projeya Taksiya Civakî de ku bi dirûşma “Jiyana Hevpar a Gihîştbar” bi rêve dibe, nexweşên penceşêrê yên ku ji bo çûyîna saziyên tenduristiyê zehmetiyê dikişînin ji malên wan digire, dighîne nexweşxaneyan û piştî ku dermankirina wan bi dawî dibe, wan dîsa li malên wan vedigerîne.

Bi vê projeya ku di bin banê Midûriyeta Şaxê ya Nexweşiyên Kêm û Kronîk de tê meşandin, armanc ev e: hêsankirina gihîştina nexweşan a xizmetên tenduristiyê, birêkûpêktir û ewletirkirina pêvajoyên dermankirinê, kêmkirina barkêşiya aborî ya li ser nexweşan, kêmkirina rîskên nexweşiyên vegirtî yên ku ji ber veguhastina giştî çêdibin û derbaskirina pêvajoyeke dermankirinê ya ji aliyê fîzîkî û psîkolojîk ve rehettir.
Modela taksiya civakî ya gihîştbar tê
Li aliyê din, ji bo ku xizmeta heyî ya veguhastina nexweşan berfirehtir bibe, gaveke nû tê avêtin. Di vê çarçoveyê de, tê plankirin ku modela “taksiya civakî ya gihîştbar” a ku dê tê de wesayîtên lihevhatî yên ji bo kursiyên bi teker û bi alavên taybet werin bikaranîn, di nav xizmetê de were entegrekirin.
Bi sepana nû re, tê armanckirin ku xizmeta veguhastinê li gora hewcedariyên astengdaran bibe û bibe xwedî avaniyeke domdar.
Serlêdan bi rêya ALO 153yê tên girtin
Welatiyên ku dixwazin ji vê xizmetê sûd werbigirin, dikarin bi rêya xeta bangewaziyê ya navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ALO 153yê, karûbarên serlêdan û randevûyê bikin.
‘Sepan ji nexweşên di pêvajoya dermankirinê de re hêsaniyê çêdike’
Prof. Dr. Bahri Çakabay diyar kir ku xizmeta Taksiya Civakî ji bo nexweşên penceşêrê xwedî girîngiyeke mezin e û destnîşan kir ku ev sepan ji bo nexweşên di pêvajoya dermankirinê de hêsaniyeke girîng peyda dike. Çakabay ê ku anî ziman ku nêzîkî 20-30 sal in di qada cerahiya penceşêrê de wezifeyê dike û şahidî ji pêvajoya dermankirina bi hezaran nexweşan re kiriye, bi bîr xist ku bi taybetî pergala parastinê (îmmun) ya nexweşên ku kemoterapi û îmmunoterapiyê dibînin, qels dibe. Çakabay da zanîn ku nexweş neçar in ji bo dermankirina xwe bi rêkûpêk biçin nexweşxaneyê û bal kişand ku di vê pêvajoyê de rîska enfeksiyonê zêde dibe.
‘Gihîştina ewle ya nexweşan ji bo nexweşxaneyê girîng e’
Çakabay anî ziman ku ji bo nexweşên ku nirxên xwîna wan dadikeve û pergala wan a parastinê qels dibe, hebûna di veguhastina giştî an jî di nav qerebalixiyê de dikare rîskên cidî yên tenduristiyê ava bike û weha got: “Gihîştina van nexweşan a ji bo nexweşxaneyê bi awayekî ewle, îzolekirî û konforî xwedî girîngiyeke mezin e. Lêbelê, derfeta gelek nexweşên me nîne ku vê yekê dabîn bikin. Ku Şaredariya Bajarê Mezin a Aöedê bi Taksiya Civakî vê xizmetê dide kesên hewcedar, destkeftiyeke pir mezin e.”
‘Ev xizmet, beşdariyê li xurtbûna hestên xwebexşîn û xwerêzgirtinê jî dike’
Psîkolog Furkan Kuzu, xebatkarê Midûriyeta Şaxê ya Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk ku bandorên vê xizmetê yên li ser nexweşên penceşêrê dinirxîne, bal kişand ku pêvajoya dermankirina penceşêrê ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, di heman demê de ji aliyê psîkolojîk ve jî pêvajoyeke dijwar e. Kuzu anî ziman ku armanca vê sepanê kêmkirina asta fikarên nexweşan e û got: “Em armanc dikin ku nexweşên me xwe piştgirîkirî, hêja û girîng hîs bikin. Ev xizmet, beşdariyê li xurtbûna hestên xwebexşîn û xwerêzgirtinê jî dike.”
‘Taksiya Civakî ji aliyê civakî û psîkolojîk ve jî piştgiriyê dide’
Kuzu destnîşan kir ku di dermankirina penceşêrê de moral û motîvasyon xwedî girîngiyeke mezin e û diyar kir ku sepanên piştgiriyê yên mîna Taksiya Civakî, bandoreke erênî li ser başbûna psîkolojîk û kalîteya jiyana kesan dike. Kuzu gotinên xwe weha bi dawî kir: “Wekî encam, xizmeta Taksiya Civakî ne tenê di mijara veguhastinê de alîkariyê dike; di heman demê de ji aliyê civakî û psîkolojîk ve jî piştgiriyê dide nexweşan.”
