Hevşaredar Bucak: Divê ruhê demokrasiya herêmî ji nû ve bê rojanekirin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku jin lîstikvanên bingehîn ên piştevaniya komunî ne û destnîşan kir ku divê şertên astengker ên di Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de bên rakirin û ruhê demokrasiya herêmî ji nû ve bê rojanekirin. Kargeha Civata Giştî ya 5an a Serdema 13an a Sendîkaya Kedkarên Hemû Şaredariyan û Xizmetên Rêveberiyên Herêmî (TUM BEL-SEN) hate çêkirin. Kargeha ku li oteleke navçeya Yenîşehîrê hate darxistin, li gel Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsê, rêveber û endamên sendîkayê beşdar bûn.

Di destpêka kargehê de Hevşaredar Serra Bucak û Serokê Giştî yê TUM BEL-SENê Erdal Bozkurt axivîn.
Hevşaredar Bucak: Sernavên ku tên bidestgirtin pir girîng in
Hevşaredar Bucak diyar kir ku sernavên ku tên bidestgirtin pir girîng in û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku di qada xwe de jî li ser xebat û sernavên wekî hev nîqaş dikin ka cewherê meseleya rêveberiyên herêmî yên demokratîk çawa dikare bi perspektîfeke hîn beşdar, şeffaf, hesabdêr û azadîxwaziya jinan bi pêş ve biçe; her weha anî ziman ku piştgiriya rasterast û xurtkirina sendîkayê ya ji bo van nîqaşan pir bi wate ye.
‘Em şaredariyên gel in’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser tecrûbeya dîrokî ya rêveberiyên herêmî û giringiya xurtkirina têgihîştina rêveberiya herêmî ya beşdar di avakirina civaka demokratîk û aştiyê de nîşan da. Hevşaredar Bucak weha axivî: "Wekî ku hûn jî dizanin, em wekî rêveberiyên herêmî, şaredariyên gel û şaredariyên civakê ji ezmûnên giring ên demokratîk ên wekî Terzî Fîkrî, Edîp Solmaz û Hîlvan 1978an hatine vê rojê; lê dema em hatine van rojan, helbet em bi gelek hewldanên derbeyan û qeyûman re rûbirû man. Bi vê têgihîştinê, bi vê perspektîfê û bi vê berpirsiyariyê em çawa dikarin vê yekê mezin bikin? Di pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê de ku li welatê me berdewam dike û divê teqez xurt bibe, em çawa dikarin vê nêzîkatiya xwe ya demokratîk a beşdar bikin rojeva bingehîn a welat; ango bikin parçeyek ji dînamîkên herêmî, dînamîkên bajêr, navçeyan û gundan? Ev babetên pir girîng in."
‘Divê gel rasterast beşdarî pêvajoyên biryargirtinê bibe’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser têgihîştina rêveberiya herêmî ya demokratîk û weha got: "Dema em dibêjin rêveberiya herêmî ya demokratîk; em rêveberiyeke herêmî ya weha pênase dikin ku tê de gel xwedî gotin, desthilat û biryarê ye; rêveberiyeke ku wekhevî, azadî, şeffafî, beşdarbûn û aştiyê ji xwe re dike bingeh. Em di wê baweriyê de ne ku divê em têgihîştina ku gel rasterast û bi bandor beşdarî pêvajoyên biryargirtinê dibe, ne di gotinê de, di cewher de bixin meriyetê. Çunkî ev der nabe bibin cihên weha ku em tenê van hevokan bînin ziman, lê di qadên sepandinê de nêzî van îdîayan nebin. Berpirsiyarî û giraniya vê yekê mezin e. Ev yek tenê bi gotina li qadan, di civînên taxan de, di salonan de an jî di xebatên şaredariyê de nabe. Em dizanin ku gel lîstikvanê bingehîn ê vê meseleyê ye û aliyê hesappirsînê ye, ji ber wê divê em teqez qad û zeminên ku em bi hev re nîqaş dikin ava bikin."
‘Jin lîstikvanên bingehîn ên piştevaniya komunî ne’
Hevşaredar Bucak behsa konferansa Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a ku di demên borî de hatibû çêkirin kir û diyar kir ku di bernameya ku çar rojan dom kir de, bi rûniştinên jinan û yên tevlihev têgihîştina rêveberiya herêmî bi awayekî berfireh hate destgirtin. Hevşaredar Bucak axaftina xwe weha domand: "Şaredariyên endamên Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk; hem ji rojavayê Tirkiyeyê hem jî ji vir, ji herêmê, bi heyetên berfireh ên ku şaredariyên me beşdar bûn, pêşî me konferansa xwe ya jinan a du rojan pêk anî. Û me biryar girt ku jin di pêvajoya aştiyê de, di pêvajoya avakirina komunên li herêmê de lîstikvanên bingehîn ên piştevaniya komunî ne û bi perspektîfa jinê pêkanîna vê têgihîştina komunî çawa gengaz e. Di du rojên paşîn de jî me diyar kir û nîqaş kir ku wateya têgihîştina beşdarbûn, şeffafî û hesabdêriyê ya ku prensîba rêveberiya herêmî hewce dike çi ye. Me du rojan hemû ezmûn û sepanên xwe danîn ser masê."
‘Divê ruhê demokrasiya herêmî ji nû ve bê rojevîkirin’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku dema behsa rêveberiyên herêmî tê kirin tenê şaredarî nayên fêmkirin. Bucak li ser biryarên ku di konferansa çar rojan de hatine girtin û nirxandinên derbarê demokrasiya herêmî de weha axivî: "Dema em dibêjin rêveberiyên herêmî em tenê şaredariyan qast nakin. Em tam hemû avahî, beşdar û aktîvîstên sendîkayên xwe, civaka xwe ya sivîl û mekanîzmayên bajêr qast dikin. Bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê tiştekî pir girîng ji me re dibêje: Çima divê bêyî windakirina demê gavên qanûnî bên avêtin? Ji bo pêşveçûna demokrasiya herêmî çima divê şertên astengker ên li ser Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê bên rakirin? Me di encama civîn û konferansên ku çar rojan dom kirin de hin biryarên girîng girtin. Tam ji ber van mercên ku rêziknameyên qanûnî hewce dikin, me giringiya rakirina şertên astengker ên di Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê de û ji nû ve rojevîkirina ruhê demokrasiya herêmî destnîşan kir. Dîsa di nav biryarên me de, me teqez kir ku divê ew xala ku destûrê dide tayînkirina qeyûman di rêveberiyên herêmî de bê guhertin û dawî li sepanên qeyûman bê anîn. Her weha me daxwaz kir ku sîstema hevserokatiyê ya ku di rêveberiyên herêmî de îddîayeke me ya pir girîng e, bigihîje misogeriyeke qanûnî û li vê dewletê wekî sîstemeke domdar û pêkanbar bê naskirin. Ev hemû ji bo me biryarên pir girîng bûn. Li gel vê; perspektîfa ekolojîk, polîtîkayên guncawî xwezayê, çand, ziman, polîtîkayên pirzimanî, polîtîkayên inklusîv (berfireh), polîtîkayên astengdaran, polîtîkayên azadîxwaziya jinê; em di pêvajoyên girîng re derbas bûn ku me ev hemû ligel perspektîfa polîtîkayên kedê û nêzîkatiya xwe ya ji bo kedkaran bi hev re nîqaş kirin."
Kargeh piştî axaftinên destpêkê bi rûniştinan berdewam kir.
