Ji DBB’ê çalakiyeke çand û hunerê ya li cih: Atolyeya Muzîkê ya Gerok
Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji aliyê Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin, li taxên Uzunbahçe û Gommetaşê yên navçeya Rezanê, zarok bi xebatên muzîk, rîtîm û wêneyê anîn cem hev.

Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Çand, Huner û Civakî de xebatên xwe dimeşîne, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku çalakiyên hunerî dibe taxên gundewar, didomîne. Rawestgehên dawî yên bernameyê ku li taxên cihê yên navçeyên Farqîn, Sûr û Rezanê bi zarokan re civiyabû, bûn taxên Uzunbahçe û Gommetaşê.
Perwerdekarên Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran û Gerok MA’yê, di 15’ê Tîrmehê de li taxa Uzunbahçeyê û di 17’ê Tîrmehê de jî li taxa Gommetaşê ji bo zarokan xebatên curbecur pêk anîn. Di atolyeyên ku li taxan hatin avakirin de zarokan fersend dît ku bi riya deng, livîn, rîtîm û rengan xwe îfade bikin.
Bi xebatên rîtîmê muzîk keşif kirin
Di çalakiyan de ji bo pêşxistina hesta rîtîmê ya zarokan, sepanên bingehîn hatin kirin. Zarokên ku bi darikên rîtîmê û materyalên cuda yên muzîkê deng keşif kirin, bi rêberiya perwerdekaran tevli xebatên kesane û yên komî bûn.
Zarokên ku di lîstikên ligel muzîkê de hewl dan xwe li gorî heman rîtîmê bînin, kelecana bi hev re tevgerînê û afirandina berhemeke hevpar jiyîn. Xebatên ku zarokan eleqeyeke mezin nîşan danê, li taxan bûn sedema kêliyên şa û rengîn.
Xeyalên xwe bi wêneyan vegotin
Di bernameyê de ligel xebatên muzîkê, cih hate dayîn çalakiyên wêneyê jî ku zarok karibin cîhana xeyalên xwe bidin xuyakirin. Zarokên ku bi bikaranîna firçe û boyayan xêzên resen kirin, rûbera hevpar a hatî amadekirin bi rengên xwe şikilandin.
Di çalakiya ku zarokan afirîneriya xwe bi awayekî azad derxistin holê de, xêzên ji hev cuda li ser heman xebatê gihîştin hev. Bi vî rengî beşdaran hem berhemên xwe yên kesane nîşan dan, hem jî ezmûna parvekirin, piştgirî û hilberîna bi hev re bi dest xistin.
Rawestgeha nû Hênê ye
Atolyeya Muzîkê ya Gerok, piştî xebatên li Rezanê, dê li navçeyên cuda bi zarokan re hevdîtinên xwe bidomîne. Di çarçoveya bernameyê de di 21’ê Tîrmehê de li taxa Gurbuz a Hênê û di 22’yê Tîrmehê de jî li taxa Belenê dê çalakî werin lidarxistin.
Atolye, di 28’ê Tîrmehê de li taxa Dernekê ya navçeya Lîceyê û di 29’ê Tîrmehê de jî li taxa Yaprakê dê bêne çêkirin. Di beşa dawî ya bernameyê de jî di 4’ê Tebaxê de li taxa Kozanê ya navçeya Sûrê û di 5’ê Tebaxê de li taxa Karabaşê zarok dê bi çalakiyên muzîk, rîtîm û hunerê re werin gihandin hev.
Atolye li Zorava û Kervanpinarê berdewam dikin
Beşa herî berfireh a bernameyê, li taxên Zorava û Kervanpinarê yên navçeya Sûrê tê lidarxistin. Di çarçoveya bernameya ku dê nêzî mehekê bidome de xebata atolyeyê ya li taxa Zoravayê di 16’ê Tîrmehê de bi beşdariya zarokan hate kirin. Zarokên ku perwerdeya muzîkê dîtin, ligel perwerdekaran li ser repertuvara ku bi hev re amade kirine xebitîn.
Di dawiya perwerdeyên ku dê li Zorava û Kervanpinarê berdewam bikin de zarok dê li taxên xwe derkevin ser dikê û konseran bidin, bi vî rengî amadekariyên xwe yên muzîkê bi temaşevanan re parve bikin.
