Zarokan di Şahîya Zebeşan de hem wextên xweş derbas kirin hem jî hîn bûn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê Şahîya Zebeşan li dar xist. Di şahiyê de zarok gihan çalakiyên tije lîstik û kêf, di heman demê de fersend dîtin ku dîrok û girîngiya çandî ya zebeşê Amedê yê ku xwediyê nîşana erdnîgariya tescîlkirî ye, ji nêz ve binasin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebatên xwe yên ji bo piştgirîkirina geşbûna zarokan a civakî, çandî û perwerdehiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de bi Şahîya Zebeşan re ku hat lidarxistin, zarok hem beşdarî çalakiyên kêfxweş bûn hem jî fersend dîtin ku zebeşê tescîlkirî yê Amedê û mîrata çandî ya bajêr ji nêz ve binasin.
Çalakî ji hêla Midûriyeta Şaxa Zarokan a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî de xebatên xwe dimeşîne ve li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat lidarxistin. Ev çalakî bû mazûbanê gelek xebatên cihêreng ên ku armanc dikin zarok hem bilîzin hem jî hîn bibin. Bi xebatên ku di odeyên lîstikan de hatin meşandin, ne tenê alîkariya pêvajoyên perwerdehiya pêşdibistanê ya zarokan hat kirin, di heman demê de hat armanckirin ku zarok bi nirxên çandî yên bajarê ku lê dijîn re têkiliyê deynin.
Bi çalakiyên dramayê zebeşê Amedê nas kirin
Di çarçoveyê şahiyê de, di odeyên lîstikan ên ku li gorî komên temenî hatine amadekirin de, dîroka zebeşê Amedê, çanda çandiniyê û cihê wî yê di nasnameya bajêr de bi çalakiyên dramayê ji zarokan re hatin ravekirin. Di çalakiyên ku bi naverokên hînker hatin piştgirîkirin de, zarok hem bi kêfxweşî hîn bûn hem jî li ser girîngiya çandî ya zebeşê Amedê ku yek ji sembolên bajêr e, bûn xwedî agahî.
Rojeke tije karên destan, lîstik û muzîk
Piştî çalakiyên dramayê, zarokên ku li ser platformên lîstikan ên li qada girtî hatine avakirin hatin cem hev, di nava rojê de tevlî lîstikên cihêreng bûn û wextên xweş derbas kirin. Her wiha di çarçoveya çalakiyê de karên destan û boyaxkirinê yên bi temaya qelaşên zebeşan hatin kirin. Zarokên ku bi muzîkê re heyecana şahiyê jiyan, bi hevalên xwe re deqeyên pir xweş derbas kirin.
Şahî bi îkrama zebeşan bi dawî bû
Di dawiya bernameya ku bû şahidê dîmenên rengîn de, zebeşê Amedê pêşkêşî zarokan hat kirin. Bi vî rengî biçûkan fersend dîtin ku tama zebeşê Amedê yê ku di nava rojê de naskiribûn bikin û şahî bi çalakiyên hem hînker û hem jî kêfxweş bi dawî bû.
