Li Herêma Teknokentê xebata asfaltê ya germ hat destpêkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên çêkirin, parastin û tamîrkirina rêyan ku bi armanca xurtkirina binesaziya veguhastinê li seranserê bajêr dimeşîne, didomîne. Ekîbên ku piştî xebatên asfaltê yên li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê, li Herêma Teknokentê ya li navçeya Sûrê dest bi xebatê kirin, dê li Kolana 5050/2 ya ku 2 kîlometre dirêj e, bi giştî 4 hezar ton asfaltê germ raxin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameya xwe ya xebatê ya ku bi armanca ewletir û rehettirkirina veguhastinê li navenda bajêr û navçeyan amade kiriye, bi cih tîne. Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan, piştî xebatên asfaltê yên ku li Taxa Bagcilar a navçeya Rezanê meşandin, ekîbên xwe şandin Herêma Teknokentê ya navçeya Sûrê.
Xebat piştî Rezanê li Sûrê berdewam dikin
Ekîbên ku ji bo xurtkirina binesaziya rêyan li seranserê bajêr xebatên xwe didomînin, piştî xebatên asfaltê yên li Taxa Bagcilarê, li Herêma Teknokentê dest bi raxistina asfaltê germ kirin. Bi vê xebatê tê armanckirin ku şert û mercên veguhastinê yên li herêmê werin baştirkirin, ewlehiya rêyan were zêdekirin û ji bo şofêran derfeteke veguhastinê ya rehettir were dabînkirin.
Rêya 2 kîlometreyî tê asfaltkirin
Ekîb, li Kolana 5050/2 ya ku li Herêma Teknokentê ye xebata asfaltê germ dimeşînin. Dê li ser vê rêya ku bi giştî 2 hezar metre dirêj û 9 metre fireh e, 4 hezar ton asfaltê germ were raxistin.
Tê plankirin xebatên ku ji bo ewletir û rehettirkirina rê tên meşandin, di 21'ê Tîrmehê de temam bibin.
Xebat dê li seranserê bajêr berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî bernameya xebatê ya hatî amadekirin, dê li navenda bajêr û navçeyan li ser rêyên ku hewcedarî pê heye xebatên çêkirin, parastin û tamîrkirina rêyan bidomîne. Di vê çarçoveyê de xebatên ji bo xurtkirina binesaziya veguhastinê û baştirkirina şert û mercên bikaranîna rêyan dê qonax bi qonax berdewam bikin.
