Ji hevşaredaran pişgiriya ji bo nobeta JES’ê ya Gimgimê: Nikarin vîna gel paşguh bikin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana nobeta ekolojiyê ya ku li gundê Xarika Gimgima Mûşê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) 73 roj in tê meşandin kirin û peyama piştgiriyê dan. Hevşaredaran destnîşan kir ku divê xweza were parastin, mafê gel ê tevlêbûna pêvajoyên biryardanê were berçavgirtin û têkoşîna ekolojiyê bibe yek.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana çalakiya nobetê ya ku li gundê Xarika navçeya Gimgima Mûşê ji aliyê gelê herêmê û platformên ekolojiyê ve li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) tê meşandin kirin û piştgirî danê. Li qada nobetê bi pankart û dowîzên cihêreng bal kişandin ser têkoşîna ekolojiyê.
Serdana Şaredariya Gimgimê û esnafan
Hevşaredar beriya çalakiya nobetê serdana Şaredariya Gimgimê kirin. Hevserokên Şaredariya Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettin Aydemîr, Hevşaredar Bucak û Hatun li ketina navçeyê pêşwazî kirin. Paşê Hevşaredaran esnafên li Meydana Koxê ziyaret kirin û bi welatiyan re sohbet kirin. Piştî vê yekê, li Parka Zarokan a Taxa Kulturê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB) dê piştgiriya teknîkî bide de lêkolîn kirin.
Paşê Hevşaredar, li herêma ku tê plankirin JES lê were avakirin, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Hevşaredar Bucak: Divê em têkoşîna ekolojiyê mezin bikin
Hevşaredar Serra Bucak di daxuyaniyê de xêrhatina beşdaran kir û dest bi axaftina xwe kir. Bucak bal kişand ser girîngiya yekbûna tecrubeya têkoşîna civakî û têkoşîna ekolojiyê. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ji têkoşîna jinê heta têkoşîna ekolojiyê, ji aştiya civakî heta demokrasiyê hemû qadên têkoşînê hevdu xurt dikin û destnîşan kir ku divê piştgirî were mezinkirin.
‘Xwezaya dê bi awayekî sîstematîk tê talankirin’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku herêm ev salên dirêj e hem di bin bandora şer û pevçûnan de ye û hem jî di bin bandora talankirina xwezayê de ye. Bucak diyar kir ku bi projeyên bendav, HES û JES’an xweza bi awayekî sîstematîk tê xerabkirin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya vegotina rastiyê û xurtkirina rêxistinbûna civakî li hemberî projeyên ku ji aliyê şîrketên neteweyî û navneteweyî ve tên meşandin.
Bucak da zanîn ku ew li Amedê jî têkoşîna ekolojiyê didomînin û got ku ew li dijî hemû pêkanînên ku xwezayê talan dikin, bi taybetî jî li dijî lêgerîna madenan têdikoşin.
‘Proje rasterast bandorê li çavkaniyên avê dike’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku projeya JES’ê ya ku tê plankirin, tê xwestin li qadeke 450 hezar metreçargoşe ku bi dehan gundan dihewîne nav xwe de were çêkirin. Bucak tixûbê erdhejê yê herêmê bi bîr xist û destnîşan kir ku proje dê rasterast bandorê li qadên çandiniyê û çavkaniyên avê bike.
‘Em ê li kela têkoşîna ekolojiyê bin’
Hevşaredar Bucak der barê pêvajoyên ÇED’ê (Nirxandina Bandora Jîngehê) de nirxandin kirin û diyar kir ku rêveberiyên herêmî, gel û tevgerên civakî tev li pêvajoyên biryardanê nayên kirin û destnîşan kir ku ew dê her weha li cem têkoşîna ekolojiyê bin.
Bucak axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em têkoşîna we silav dikin. Me jî silava tevgerên civakî û tevgerên ekolojiyê yên Amedê anî ji bo we. Em ê heta dawiyê xwedî li erdnîgariya xwe, li çavkaniyên xwe yên bin erd û ser erd derkevin."
Hevşaredar Hatun: Divê vîna gel were berçavgirtin
Hevşaredar Dogan Hatun jî nobeta ku 73 roj in tê girtin silav kir û dest bi axaftina xwe kir. Hatun diyar kir ku di pêvajoyên ÇED’ê de girtina nêrîna gelê herêmê neçariyeke qanûnî ye û destnîşan kir ku biryarên bêyî qnaetkirina gel, saziyên giştî û rêxistinên sivîl tên girtin li dijî hiqûqê ne.
Hevşaredar Hatun bi bîr xist ku ew endezyarê madenê ye, bang li wezareta peywendîdar kir û biryarên ÇED’ê yên ku bêyî berçavgirtina jiyana xwezayî ya herêmê û vîna gel hatine dayîn rexne kir. Hatun bang li darazê jî kir û got divê biryarên ku li gorî qanûnên nehatine sepandin hatine dayîn, werin betalkirin.
Hatun destnîşan kir ku berjewendiya giştî tê wateya berjewendiya gel û biryarên ku vîna gel paşguh dikin ne xwediyê berjewendiya giştî ne û weha axivî: "Ji şaştiya xwe vegerin. Ji tiştekî ku vîna vê gelî tê de tune re nebêjin berjewendiya giştî. Ez careke din li ber têkoşîna we bi rêzdarî ditewînim."
Di bernameyê de endamên meclîsê û Seroka Daîreya Avhewa û Sifir Bermayî Evîn Dînar bi hevşaredaran re bûn.
