Kontrolkirina wesayîtên veguhastina giştî berdewam dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber ku germên havînê bêtir bandora xwe nîşan didin, kontrolkirina bikaranîna klîmayê ya di wesayîtên veguhastina giştî de berdewam dike. Di kontrolan de, li ser wan wesayîtên ku li dijî rêziknameyê tevgeriyane karûbarên îdarî hatin sepandin; her wiha ev wesayît heta ku kêmasiyên wan neyên çareserkirin bi awayekî demkî ji trafîkê hatin qedexekirin.

Tîmên Midûriyeta Şaxa Trafîkê ya Zabiteyê ku bi ser Serokatiya Daîreya Zabiteyê ve ne, li nuqteyên cuda yên navenda bajêr wesayîtên veguhastina giştî kontrol kirin. Di kontrolan de hat mêzekirin ka sîstemên klîmayê yên wesayîtan dixebitin an na, germahiya hundirê wesayîtê di asteke wisa de ye ku rehetiya rêwiyan biparêze an na û ka şofêr li gora rêziknameya veguhastina giştî tevdigerin an na.
Tîmên zabiteyê, daxwaz û gileyên welatiyan jî nirxandin û ji şofêran re bi bîr xistin ku di mehên havînê de bikaranîna klîmayê mecbûrî ye û di derbarê pabendbûna bi bendên rêziknameyê de agahî dan wan.
Ji şofêrên ku guh nadin qaîdeyan re hişyarî
Di kontrolan de armanc ew e ku rê li ber sepanên li dijî rêziknameya veguhastina giştî bê girtin û ji şofêrên ku kêmasî di wesayîtên wan de hatine dîtin re hişyariyên pêwîst hatin kirin. Tîman ragihand ku tevî rêziknameyê, derbarê wan şofêrên ku klîmayên xwe neşuxilînin di çarçoveya qanûna peywendîdar de karûbarên hiqûqî dê bêne sepandin.
Karûbarên îdarî hatin sepandin
Di kontrolên ku li ser mînîbusên navbajar hatin kirin de, li ser 3 wesayîtan karûbarên îdarî hatin sepandin. Di pişkinînan de hat tespîtkirin ku van wesayîtan destûra (ruxsed) xwe ya xebatê nû nekirine, li dijî ruxsedê bi kursiyên kêm xizmetê didin, hinek kursiyên wan şikestî ne, ji ber ku daxwazên wan qirêj û rûxandî ne taybetmendiyên xwe yên teknîkî winda kirine, nivîs û posterên li dijî rêbazan bi kar anîne û her wiha tevî şert û mercên demsalê jî klîmayên xwe nexebitandine.
Ji ber van nehevedaniyên ku hatine diyarkirin, karûbarên îdarî yên pêwîst hatin sepandin û wesayîtên navborî heta ku kêmasiyên wan werin sererastkirin, bi awayekî demkî ji trafîkê hatin qedexekirin.
Kontrol dê berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyand ku ji bo welatî bikaribin bi awayekî ewletir, saxlemtir û rehettir ji xizmetên veguhastina giştî sûd werbigirin, kontrolên wan li seranserê bajêr bê navber dê berdewam bikin.
Ji aliyê din ve, hat bibîrxistin ku ew welatiyên ku di wesayîtên veguhastina giştî de rûbirûyê nexebitandina klîmayê an jî pirsgirêkên mîna vê dibin, dikarin daxwaz û giliyên xwe di ser Xeta Piştgiriyê ya ALO 153 a Şaredariya Bajarê Mezin re bigihînin saziyê.
