Kursa etnomuzîkolojiyê ya bi kurdî dest pê dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê kursa "Destpêka Zanista Etnomuzîkolojiyê" ya ku muzîkê di çarçoveya çand, civak, dîrok, nasname û jiyana mirovan de dinirxîne, organîze bike. Welatiyên 18 salî û jortirîn, dê bikaribin di navbera 9-19’ê Tîrmehê de serî li vê perwerdehiya teorîk a 12 hefteyî ya ku dê bi kurdî were dayîn, bixin.

Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî, ji bo kesên ku dixwazin bi nêrîneke kûrtir û zanistî nêzî muzîkê bibin, kursa "Destpêka Zanista Etnomuzîkolojiyê" dide destpêkirin. Kursa ku ji bo qada etnomuzîkolojiyê wekî destpêk e—ya ku muzîkê ne tenê di ser deng û melodiyan re, lê di çarçoveya çand, civak, dîrok, nasname, rîtûel û jiyana mirovan de dinirxîne—dê fersendê bide beşdaran ku têgeh, teorî û nêzîkatiyên bingehîn ên vê şaxê zanistê bi awayekî sîstematîk binasin.
Kurs dê 12 hefteyan berdewam bike
Kursa ku dê bi temamî bi naverokeke teorîk were meşandin, dê 3 mehan, anku 12 hefteyan bidome. Li perwerdehiyên ku dê her hefte wekî rûniştinekê werin lidarxistin; di serî de mijarên mîna "Etnomuzîkolojî çi ye?", "Muzîk û çand", "Muzîk û nasname", "Muzîk û civak", "Muzîk û rîtûel" û "Rêbazên lêkolînê di etnomuzîkolojiyê de" û gelek mijarên bingehîn ên vê qadê werin nirxandin.
Ders dê bi kurdî werin dayîn
Zimanê perwerdehiya kursê ya ku dê ji aliyê Mamoste Salar Mamli ve were dayîn, dê kurdî be. Perwerdehiya ku dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were lidarxistin; ji bo xwendekarên muzîkê, lêkolîner, muzîkjen, mamoste, hezkiriyên muzîkê û her kesê ku dixwaze bi perspektîfeke zanistî nêzî muzîkê bibe, vekirî ye.
Serlêdan di navbera 9-19’ê Tîrmehê de ne
Welatiyên 18 salî û jortirîn dê bikaribin serî li kursê bixin. Serlêdan dê di navbera 9-19’ê Tîrmehê de werin girtin. Qeydên kursê dê di ser adresa https://dismek.diyarbakir.bel.tr re werin çêkirin.
