Li etaba duyem a Bulvara Firatê rêjtina asfaltê dest pê kir
Di çarçoveya etaba duyê ya xebatên nûkirina binesazî û serbinesaziyê ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Bulvara Firatê tên meşandin, li beşa ku di navbera Bulvara Selahattin Eyyûbî û Kolana Kayapinarê de ye û dirêjahiya wê nêzî 950 metreyî ye, xebatên başkirina zemînî û tijekirinê hatin temamkirin. Li ser rêyê xebatên rêjtina asfaltê dest pê kirin.

Serokatiya Daîreya Çêkirin, Sexbêrî û Temîrkirina Rêyan, bi mebesta ku li seranserê bajêr rehetiya veguhastinê zêde bike, herikîna trafîkê saz bike û torên rê yên modern ava bike, xebatên xwe berdewam dike. Di projeya berfireh a nûjenkirina binesazî û serbinesaziyê de ku li Bulvara Firatê ya navçeya Kayapinarê hatibû destpêkirin, derbasî xebatên etaba duwê hat kirin.
Xebatên başkirina zemînî hatin temamkirin
Di çarçoveya etaba duyê ya xebatan de, li beşa ku di navbera Bulvara Selahattin Eyyubî û Kolana Kayapinarê de cih digire û dirêjahiya wê nêzî 950 metreyî ye, xebatên başkirina zemînî û tijekirinê hatin temamkirin.
Li ser rêyê rêjtina asfaltê dest pê kir
Piştî ku binesaziya zemînî hate amadekirin, li ser rêyê xebatên rêjtina asfaltê dest pê kirin. Di çarçoveya xebatan de dê li ser rêyê, di du qatan de (wekî qata bingehîn a bitumî û qata binderê) bi giştî 7 hezar û 200 ton asfalt bê rêjikirin.
Piştî temamkirina xebatên asfaltê yên serbinesaziyê, beşa rê dê gav bi gav ji bo bikaranîna ajokaran bê vekirin. Bi vê re dê beşek girîng a xebatên nûjenkirina rê ya li etaba duyê ya bulvarê bê temamkirin.
Di etaba yekem de xebatên peyzaj û ronahîkirinê berdewam dikin
Di etaba yekem a projeyê de xebatên serbinesaziyê yên rêyê hatin temamkirin û beşa 950 metreyî ji trafîkê re hate vekirin. Di çarçoveya xebatên ji bo zêdekirina estetîka cadeyê de, li ser rêya etaba yekem xebatên verastkirina peyarê, ronahîkirina dekoratîf û peyzajê bi awayekî hemwext berdewam dikin. Tê armanckirin ku ev xebat jî di demeke kurt de bêne temamkirin.
Ewlehiya veguhastinê û giheştina peyayan dê bê xurtkirin
Xebatên ku li seranserê Bulvara Firatê tên meşandin; bi mebesta zêdekirina ewlehiya veguhastinê, baştirkirina herikîna trafîkê, xurtkirina giheştina peyayan û avakirina bulvareke ku ji bo estetîka bajêr a modern a Amedê guncav be, li gorî bernameya ku hatî plankirin gav bi gav pêş ve diçin.
