Li Ka’bê çêkirina goristana nû ber bi dawiyê ve diçe
Xebatên li goristana nû ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li Taxa Ka’bê ya li ser navçeya Sûrê li ser qada 588 hezar û 646 metreçargoşeyî tê avakirin, gihîşte asta dawî. Di projeye de ku ji bo birêvebirina xizmetên cenaze û veşartinê bi awayekî birêkûpêktir û sîstematîktir hatî pêkanîn beşeke mezin a avahiyên xizmetê hatin temamkirin, xebatên deriyê ketinê, sererastkirina qadê û derdorê berdewam dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo birêvebirina xizmetên cenaze û veşartinê yên li bajêr bi awayekî birêkûpêktir, sîstematîktir û yekbûyî xebatên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de xebatên li qada goristana nû ku ji aliyê Serokatiya Daireya Karên Fenî ve li Taxa Ka’bê ya ser bi navçeya Sûrê ve tê avakirin ber bi dawiyê ve çûn.
Projeya ku li ser qada giştî ya 588 hezar û 646 metreçargoşeyî tê meşandin; beşên goristanê, avahiyên xizmetê, otopark, rêyên veguhastina wesayît û peyayan û qadên keskahiyê digire nav xwe û bi awayekî yekbûyî hat plankirin. Armanca projeyê ku wê yekîneyên xizmetê yên ji bo karûbarên cenaze û veşartinê li heman qadê civîne ew e ku xizmeteke birêkûpêktir û berfirehtir pêşkêşî hemwelatiyan bike.
Yekîneyên xizmetê li heman qadê hatin civandin
Di çarçoveya projeyê de bi giştî 3 hezar û 584 metreçargoşe qada avahiyê ya girtî hat çêkirin. Ji bo di qonaxên cihêreng ên xizmetên cenaze û veşartinê de bên bikaranîn; 384 metreçargoşe atolye, 332 metreçargoşe destavxane (destnimêjxane), 256 metreçargoşe qada nimêja cenazeyî û 487 metreçargoşe qada sekna veşartinê hatin avakirin.
Li qada goristana nû her wiha 717 metreçargoşe depoxane û avahiya xebatkaran, 640 metreçargoşe tenaşo (xaneya şûştina cenazeyan), 512 metreçargoşe avahiya îdarî û 256 metreçargoşe mizgeft hene. Beşeke mezin a avahiyên xizmetê ku dê derfetê bide ku karûbarên cenaze û veşartinê di nav heman qadê de birêkûpêktir û sîstematîktir bên meşandin, hatin temamkirin.
10 hezar û 120 metreçargoşe qada otoparkê hat plankirin
Ji bo rêkûpêkkirina qerebalixiya wesayîtan ku di dema serdan û veşartinê de li qada goristanê dibe ku çêbibe, bi giştî 10 hezar û 120 metreçargoşe qada otoparkê hat plankirin. Beşa 7 hezar û 388 metreçargoşeyî ya qada otoparkê wekî otoparka vekirî hat sererastkirin.
Ji bo hêsankirina tevgera wesayîtan a di nav goristanê de û peydakirina gehiştina ewle ya hemwelatiyan bo qadê, rêyên veguhastina wesayît û peyayan jî di nav yekbûna projeyê de hatin destgirtin.
Xebatên deriyê ketinê û sererastkirina derdorê berdewam dikin
Di qada projeyê de ku beşeke mezin a avahiyên xizmetê hatine temamkirin, xebatên ji bo deriyê ketinê, sererastkirina qadê, rêyên veguhastinê û sererastkirina derdorê berdewam dikin. Xebatên girêdayî sererastkirina qadên keskahiyê yên li qada goristanê hatine plankirin jî di çarçoveya projeyê de tên meşandin.
Piştî temamkirina çêkirinên mayî, qada goristana nû ya 588 hezar û 646 metreçargoşeyî ya li Taxa Ka’bê ya ser bi navçeya Sûrê ve dê bikeve ber xizmetê.
