Nanê Gel bi kalîte, çêj û bihayê erzan bala welatiyan kişand
Nanê Gel ku di Fabrîkaya Nanê Gel de ku li ser qada 4 hezar û 500 metreçargoşeyî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatî avakirin rojane 40 hezar tê hilberandin, li 43 bufeyên "Nanê Gel" ên li çar navçeyên navendî bi 10 TL’yî digihêje ber destê welatiyan. Welatiyên ku bi bihayê guncan, kalîte û çêja wî noteke temam dan projeyê, bi gotinên “Em nagihêjin bihayên din”, “Dê tevkariyê li aboriya malbatê bike” û “Gava mehane tê hesabkirin qenebe dibe şansê girtina birînekê” razîbûna xwe anîn zimên û daxwaz kirin ku ev xizmet berdewam bibe û cihêrengiya berheman zêde bibe.

Fabrîkaya Nanê Gel ku di çarçoveya projeya ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê meşandin, li ser qada girtî ya 4 hezar û 500 metreçargoşeyî hat avakirin, bi parka makîneyên tam otomatîk û teknolojiya dawî hatiye sêwirandin da ku xizmetê bide.
Li tesîsa modern ku standardên hîjyenê di asteke herî bilind de tên girtin, di qonaxa yekem de rojane 40 hezar nan tê hilberandin. Di pêvajoya pêş de tê plankirin ku kapasîteya hilberînê derkeve 100 hezar nanî. Nanên ku piştî vekirina di 13’ê Tîrmehê de di fabrîkê de tên hilberandin; bi rêya 43 bufeyên “Nanê Gel” ên li navçeyên Sûr, Rêzan, Peyas û Bajarê Nû bi bihayekî guncan digehêjin ser sifreyan.
‘Ji bo welatiyên dahata wan kêm e xizmeteke girîng e’
Mahmut Onen ku li Taxa Huzurevlerî esnaf e, diyar kir ku ew sepana Nanê Gel di cih de dibînin û got: “Ez vê sepana şaredariya me gelek guncan û di cih de dibînim. Bi taybetî ji bo hemwelatiyên ku rewşa wan a aborî nebaş e, erzanbûna nên gelek girîng e. Ji ber ku nan pêdiviya herî bingehîn e. Em dixwazin û piştgiriyê didinê ku xebatên wiha yên şaredariyê berdewam bikin. Dê baş bibe ku berhemên cuda yên wekî nanê genimî û sîmît jî bên firotin.”
‘Ez nanî bi kalîte dibînim’
Esnaf Mehmet Ekîncî jî anî zimên ku eleqeyeke mezin nîşanî bufeya Nanê Gel tê dan û got: “Hemwelatî eleqeyeke mezin nîşanî bufeya ku şaredariyê vekiriye didin. Ji nan jî gelek razî ne. Min jî nan lêkolîn kir, bi rastî bi kalîte ye. Ez ji vê xizmetê gelek razî me.”
‘Dê tevkariyê li aboriya malbatê bike’
Zeynep Arslan ku anî zimên yekem car e ji bufeya Nanê Gel kirînê dike, destnîşan kir ku ev sepan dê tevkariyê li budçeya malbatê bike û got: “Bi dîtina min sepana gelek baş e. Piştî JINKART’ê pêkanîna vê jî gelek baş bû. Bihayê nan gelek guncan e. Gava ez di ber bufeyê re derbas dibûm min dît û min cara yekem kirî. Li firinan berdewam zam tê ser nan, em nagihêjin bihayên din. Bihayê nan ku 10 lîre ye dê tevkariyê li aboriya malbatê bike. Em dixwazin ev sepan berdewam bike.”
‘Ji bo Amedê xebateke girîng e’
Ji hemwelatiyan Abdulkerim Burçun jî diyar kir ku Projeya Nanê Gel ji bo bajar xizmeteke girîng e û got: “Xizmet gelek baş bû. Ji bo Amedê xebateke girîng e. Li ser xêrê be. Bihayê wî jî guncan e.”
‘Dibe şansê girtina birînekê’
Medenî Tunç ku razîbûna xwe ya ji sepana Nanê Gel anî zimên, destnîşan kir ku proje gelek hêja ye û got: “Xizmeteke xweş e. Dil dixwest berî ku bihata hilberandin û pêşkêşî gel bihata kirin dê çêtir ba. Hemwelatî ji aliyê aborî ve bi rastî di rewşeke xirab de ne. 5 lîre jî ji bo hemwelatiyan 5 lîre ye. Gava em vê mehane hesab dikin qenebe dibe şansê girtina birînekê. Çêja wî xweş e, ez erê dikim. Dil dixwaze ku hemû xizmet wiha bin.”
Okan Yuksekbag ê bal kişand ser girîngiya sepanê jî got: “Bi rastî sepana ku dereng jî hatiye gelek baş e. Nanê wî baş e. Em jê razî bûn. Em ji bo vê xizmetê spas dikin. Çêja nan jî xweş e. Zarok jê hez dikin û ji me re dibêjin 'Bîne'. Ez jî hatim da ku ji bo wan nanî bikirim.”
‘Bihayê wî guncan e, çêja wî xweş e’
Ahmet Karataş ku diyar kir ku ew li malê bi hezkirin nanê gel dixwin jî wiha axivî: “Nanê gel bi rastî gelek baş e. Bihayê wî jî guncan e. Em dixwin, gelek xweş e. Zarok bêtir jê hez dikin. Em ji vî nanî tostê jî çêdikin, bi hêkê re di rûn de sor dikin û wiha jî dixwin.”
