Ji DÎSKÎyê ji bo pêşeroja Pîranê veberhênana bihêz a ava vexwarinê
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta ku hewcedariya ava vexwarinê ya navenda navçeya Pîranê ya ku li ser gelek salan belav dibe dabîn bike, navendeke nû ya hilkişandinê (terfî) û tesîseke parzinandinê ava dike. Gava projeya ku xebatên xeta wê ya hilkişandinê gihîştiye ji sedî 90î temam bibe, mîqdara ava ku ji navçeyê re tê dayîn dê ji 30 lîtreyên di saniyekê de derkeve 50 lîtreyî.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), ji bo dabînkirina daxwaza ava vexwarinê ya ku li navenda navçeya Pîranê zêde dibe, veberhênaneke berfireh a binesaziyê ku ji çavkaniyê heta qadên niştecihbûnê tevahiya pêvajoyê di sîstemeke yekane de kom dike, dimeşîne.
Di rewşa heyî de, li hember nifûsa ku zêde dibe, dayîna hema hema 30 lître ava di saniyekê de ji bo navenda navçeyê kêm dimîne û ji bo dabînkirina ava ewle û domdar zêdekirina kapasîteyê dibe neçarî.
Ji çavkaniyê heta qadên niştecihbûnê sîstema giştgir
Di çarçoveya "Kargêriya Avakirina Navenda Hilkişandina Ava Vexwarinê û Tesîsa Parzinandinê ya Navenda Navçeya Pîranê ya Parêzgeha Amedê" de tesîsa parzinandinê ya paketî ku kapasîteya wê di saniyekê de 50 lître ye, navenda hilkişandinê, depoya ava xav, avahiya wergirtina avê, îstasyona pompê, odeya debîmetreyê, odeya vanaya sereke û odeya vanaya lêxistinê tên avakirin.
Bi mebesta ku sîstem ji çavkaniyê ber bi qadên niştecihbûnê ve bê girêdan, xeta hilkişandinê ya bi dirêjahiya 5 hezar û 508 metreyî û xeta veguhastinê (îsale) ya bi dirêjahiya 954 metreyî tên raxistin.
Pêkanîna fîzîkî di xeta hilkişandinê de gihîşt ji sedî 90î
Di xeta hilkişandinê ya 5 hezar û 508 metreyî de ku yek ji çêkirinên herî krîtîk ên li qadê ye, pêkanîna fîzîkî gihîşt ji sedî 90î û xebat bi piranî temam bûn.
Dema ku ji sedî 90ê depoya ava xav temam bû, pêkanîna fîzîkî ya di tesîsa parzinandinê ya paketî de gihîşt asteke wekî ji sedî 30î. Dema ku çêkirina konstruksiyona pola ya tesîsê berdewam dike, di pêvajoya li pêşiya me de dê derbasî montaja alavên mekanîk bibin. Avakirina îstasyona hilkişandinê jî dê di rojên pêş de dest pê bike. Bi temamkirina van qonaxan re, sîstem dê bi kapasîteya xwe ya parzinandin û belavkirinê bi tevahî ji bo xizmetê amade bibe.
Benda Pîranê dê bibe çavkaniya nû ya ava vexwarinê ya navçeyê
Gava proje temam bibe, mîqdara ava ku ji navenda navçeyê re tê dayîn dê di saniyekê de derkeve 50 lîtreyî û hewcedariya ava vexwarinê ya navçeyê dê salên dirêj bi awayekî ewle bê dabînkirin. Dema ku Benda Pîranê dibe çavkaniya nû ya ava vexwarinê ya navçeyê; avahiya wergirtina avê, navenda hilkişandinê, depoya ava xav, tesîsa parzinandinê ya paketî û xeta veguhastinê dê di nav yektiyeke endezyariyê ya ku hevdu temam dike de bêne avakirin.
Tesîs, ligel hewcedariya îro, bi kapasîteyeke ku dê daxwaza nufûsa ku di pêşerojê de zêde bibe jî dabîn bike hat sêwirandin. Bi xêra debîmetre û sîstemên kontrolê yên ku dê di xeta hilkişandinê de bêne sazkirin, tora avê dê di kêliyê de bête şopandin, windahiyên avê dê bêne kêmkirin û pêvajoyên xebitandinê dê bi awayekî karîgertir bêne birêvebirin.
'Em sîsteme ke domdar û ewle ya ava vexwarinê ava dikin'
Rêveberê Şaxa Navçeya Pîranê ya DÎSKÎyê Yasin Akyol ku li ser xebatan agahî da, diyar kir ku proje ne tenê avakirina tesîseke nû ye, di heman demê de xwedî taybetmendiya veberhênaneke berfireh a binesaziyê ye ku pêşeroja navçeyê ewle dike.
Akyol bi lêv kir ku wan ji çavkaniyê heta gihîştina qadên niştecihbûnê tevahiya pêvajoyê wekî sîstemeke yekane plan kiriye û wiha axivî: “Em ji bo navçeya xwe ya Pîranê sîstemeke domdar û ewle ya ava vexwarinê ava dikin. me sîstem bi awayekî cîgir (yedek) sêwirand. Tê armanc kirin ku di dema xebatên lênêrînê de an jî têkçûnên gengaz de jî peydakirina avê nepamîne. Toreke ku em dikarin bipêjin, toreke ku em dikarin karîgertir birêve bibin e. Gava veberhênana me temam bibe, navenda navçeya me dê ji çavkaniyeke yekane, bi heman standarda kalîteyê bigehîje ava vexwarinê ya parzinandî. Em binesaziyeke bihêz ku dê gelek salan hewcedariya avê ya Pîranê dabîn bike, qezencî navçeya xwe dikin.”
