Li Taxa Ervanî Civîna Gel: Li cih guhdarîkirin, çareseriya hevpar
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di civîna gel de ku li Taxa Ervanî hat lidarxistin li daxwazên welatiyan guhdarî kir. Hatun diyar kir ku ew ê daxwazên welatiyan di bin banê şaredariyê de bi hev re çareser bikin û got: "Armanca me ew e ku xizmeta herî rast û herî mayinde bigihînin her derê. Erka me xizmetkirina ji bo gelê me ye."

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku welatî daxwaz, pêşniyar û ramanên xwe rasterast bigihînin rêveberiya şaredariyê, civînên gel berdewam dike. Di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de, bi têgihîştina rêveberiya herêmî ya beşdar, li Taxa Ervanî ya ser bi navçeya Rezanê ve civîneke gel hat lidarxistin. Beşdarên civînê Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Rezan Leyla Ayaz, endamên meclîsê, serokên daîreyan û gelek welatî bûn.
Niştecihên taxê daxwazên xwe anîn zimên
Di civînê de welatiyên ku mafê axaftinê girtin; daxwazên xwe yên wekî sazkirina pergala sînyalîzasyonê li ser rêya sereke, çêkirina rêyan, rawestgeha veguhastina giştî, bihêzkirina binesaziya ava vexwarinê û bikaranînê, temîrkirina rêyên nava taxê, reşandina kevirên parkeyê li kolanan û çêkirina sediran anîn zimên.
‘Em ji bo dîtina çareya hevpar a pirsgirêkan li hev civiyan’
Hevseroka Şaredariya Rezan Leyla Ayaz jî diyar kir ku ew li hev civiyane da ku daxwazên taxan li ser cihê wê binirxînin, kêmasiyan ji devê welatiyan bi xwe guhdarî bikin û not bigirin, û di serî de pirsgirêka avê, ji bo hemû kêşeyan çareseriyeke hevpar hilberînin.
Hevşaredar Hatun: Werin em bi hev re paşerojeke hevpar ava bikin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî destnîşan kir ku ew ligel tîmên Şaredariya Rezan û Şaredariya Bajarê Mezin li taxê ne û wiha got: "Em ê hemû daxwaziyan peyderpey bi cih bînin. Em wekî xizmetguzarên we li vir in. Em naxwazin li van gundan tiştek kêm bimîne û ev pêvajo zêde dereng bikeve. Em dibêjin werin em bi hev re paşerojeke hevpar ava bikin. Her daxwaziya ku hûn bînin zimên, em ê di binyada şaredariya xwe de bi hev re çareser bikin. Îro çi pirsgirêk û daxwaz hebin, em ê bi lez li ser rawestin. Çi ji destê me bê, em ê li seranserî herêmê bi hev re bikin."
‘Xebatên me dê bi leztir berdewam bikin’
Hevşaredar Hatun ku pirs û daxwazên welatiyan yek bi yek bersivandin, bi bîr xist ku ew endezyar e û beriya wezîfeya şaredariyê jî bi salan li qadê wekî endezyar xebitiye; ji ber vê yekê ew pir baş raserî pirsgirêkên kronîk ên erdnîgarî û gundan e. Hatun got: "Li ku derê pirsgirêkek hebe em wê babetê pir baş dizanin. Li ku derê tengasiyek hebe, belge û agahiyên wê li cem me hene," lê mixabin ev pirsgirêk bi salan e wekî qedera vî gelî hatiye nîşandan.
Hevşaredar Hatun bi taybetî bal kişand ser pirsgirêka gihîştina ava vexwarinê ku piştî Amed bûye Şaredariya Bajarê Mezin jî gelek caran hatiye rojevê û ji wê rojê ve xebatên wan li ser vê mijarê berdewam dikin. Hatun wiha peyivî: "Em ê xebatên xwe bi dorê bigihînin her dera herêma xwe. Şaredariya me tu carî rê nade ku van deran bê av û bê xizmet bimînin. Em ê teqez dest bavêjin van pirsgirêkan. Li herêma xwe gund bi gund, mezra bi mezra me hewcedarî yek bi yek tespît kirine. Li ku derê hewcedariya gundekî hebe, me xebatên sondajê ji wir da destpêkirin. Îsal zivistan bi bereket derbas bû, av hîn li binê erdê ye. Xebatên me yên sondajê wekî ku hatine plankirin dê bi lez berdewam bikin."
'Armanca me ew e ku xizmeta herî rast û herî mayinde bigihînin her derê'
Hevşaredar Hatun da zanîn ku divê av bi awayekî adilane û bi destpêkî (bi teserûf) were bikaranîn û wiha domand: "Tu kes nikare bêje 'Ez li berjewendiya xwe binihêrim, zeviyên xwe av bidim û gundiyên din ji ber bêaviyê koç bikin.' Heke em bi hev re adil û durist bin, her kes dê ji vê avê sûdê werbigire. Em ê vê pirsgirêkê bi hev re çareser bikin."
Hatun diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gund dê hemû derfetên şaredariyê werin seferberkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Armanca me ew e ku xizmeta herî rast û herî mayinde bigihînin van deran. Ji ber vê yekê, ev bar û berpirsiyarî hemû li ser milê me ye. Hemû taxên me yên gundewarî jî dê para xwe ji vê têgihîştina xizmetguzariyê bigirin. Erka me xizmetkirina ji bo gelê me ye; em çiqas xizmetê bikin, em ê karê xwe ewqasî baş kiribin. Tenê bi vî awayî em dikarin serkeftî bibin."
Li tax û mezrayan lêkolîn kirin
Piştî civîna gel, Hevşaredar Hatun li Taxa Ervanî û mezrayên wê lêkolîn kirin. Hatun ewlehiya rêya taxê jî li ser cihê wê lêkolîn kir û ji bo pêşîgirtina li metirsiyên muhtemel, telîmat da birînên peywendîdar daku li serê dîwarê piştgiriya rê bi lezgînî caxên parastinê werin çêkirin.
