Li Bulvara ku Kolana Elezîzê û Rêya Farqînê bi hev ve girê dide navê 'Azadî' hat dayîn
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, biryar da ku navê Bulvara Şêx Seîd a ku bi biryara dadgehê hatibû betalkirin, bibe "Bulvara Azadiyê".
Civîna Meclîsa Şaredariya Mezin a meha Nîsanê ya asayî bi rûniştina 5'an bi dawî bû. Di rûniştina ku di bin serokatiya Cîgira Serok Evîn Yelboga de li Salona Meclîsê hat kirin de, navdarkirina ji nû ve ya Bulvara Şêx Seîd a ku bi biryara dadgehê hatibû betalkirin, hat rojevê.
Meclîsê pêşniyarên navê ku ji bo bulvara 12 kîlometre dirêj a ku Kolana Elezîzê û rêya Farqînê bi hev ve girê dide nirxandin. Endamên Meclîsê bi piraniya dengan biryar girt ku ji bo bulvara ku dê barê trafîka Amedê sivik bike navê "Bulvara Azadiyê" bê dayîn.
