Rêyên taxên gundewar tên nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya bernameya xebatê ya sala 2026an de li 17 navçeyan xebatên çêkirin, lênihêrîn û temîrkirina rêyan bi hev re didomîne. Li rêyên tax û komên rêyan ên li heşt navçeyan xebatên asfalt, rêya beton, parke, peyarê, firehkirina rêyan û binesaziyê tên kirin; li 9 navçeyên din jî xebatên ji bo bihêzkirina tora gihandinê berdewam dikin.

Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Koordînasyona Çêkirin, Lênihêrîna Rêyan û Binesaziyê ve li taxên gundewar tên meşandin, binesaziya rêyan tê bihêzkirin. Ekîb; xebatên raxistina melzemeyên bintat û stabîlîze, şidandin, kolan û dagirtin, firehkirina rêyan, rûpakkirina sethî, rêya beton, parke, peyarê û dîwarê piştgiriye pêk tînin.
Li Bismilê xebat berdewam dikin
Di beşa 1,7 kîlometreyî ya Rêya Taxa Derbendê ya ser bi navçeya Bismilê ve xebata bintatê hat kirin. Gava ku xebatên li ser vê rêyê berdewam dikin, li ser rêya 5 kîlometreyî ya ku taxên Çayirliya Jêr û Çayirliya Jor bi hev ve girêdide jî xebatên bintatê tên meşandin.
Li Taxa Dîcleyê 16 hezar metrekare parke hatin raxistin û li xalên cuda yên navçeyê xebatên parkeyê berdewam dikin. Di beşa 1,5 kîlometreyî ya Rêya Taxa Uçtepe-Kayalarê de jî xebata bintatê berdewam dike.
Li Pasûr, Lice û Karazê rê tên nûkirin
Li ser rêya Taxa Barinê ya 6,6 kîlomtereyî ya li navçeya Pasûrê, xebatên raxistin û şidandina melzemeyê bintatê de tên kirin. Gava ku melzemeyê bintatê ji bo beşa 5,8 kîlometreyî ya rêya Taxa Temranê tê birin, li Taxa Kaynakê jî xebata dîwarê piştgiriyê yê 2 kîlometreyî berdewam dike.
Li navçeya Liceyê, li ser Rêya Koma Taxên Baharlarê ya 30 kîlometreyî, ligel xebatên raxistin û şidandina melzemeyê bintatê, xebatên kolan û dagirtinê jî tên kirin.
Li Taxa Yazikoy a ser bi navçeya Karazê ve jî, li ser xeta 1 kîlometreyî çêkirina rêya beton berdewam dike.
Li Farqînê li çar xalên cuda xebat
Di beşa 12,2 kîlometreyî ya Rêya Koma Taxên Sulubaxê ya li navçeya Farqînê de, xebatên raxistina melzemeyê bingehîn, şidandin û rûpakkirina asfaltê ya sethî tên meşandin.
Ji bo beşa 21 kîlometreyî ya Rêya Koma Taxên Çardakê melzemeyê bintatê tê birin û xebata firehkirina rêya stabîlîze tê kirin. Di beşa 19 kîlometreyî ya Rêya Koma Kanalê de jî xebatên raxistin û şidandina melzemeyê bintatê berdewam dikin.
Xebatên rakirina parkeyan ên ku di beşa 800 metreyî ya Kolana Gul a li navçeyê de dihatin kirin jî temam bûn.
Li Çinarê 20 hezar metrekare parke û peyarê hatin çêkirin
Di beşa 18 kîlometreyî ya Rêya Koma Yeşiltaşê ya ser bi navçeya Çinarê ve, xebatên firehkirina rêya stabîlîze û dagirtinê berdewam dikin.
Xebata parke û peyareyan a 20 hezar metreyî ya ku li Kolana Sirri Sureyya Onder a li navenda navçeyê dihat meşandin temam bû û cadde ji bo karanînê hat vekirin.
Li Yenişehir û Kayapinarê binesaziya gihandinê tê bihêzkirin
Li ser Rêya Xantepê ya 9 kîlometreyî ya li navçeya Yenişehirê xebatên kolan, dagirtin û firehkirina rêyan berdewam dikin. Li ser xeta 2,6 kîlometreyî ya li Bahçelievlerê, karên raxistin û şidandina melzemeyê stabîlîze û bintatê temam bûn. Li ser Rêya Kanalê ya 5,1 kîlometreyî ya li navçeyê jî xebatên raxistina melzemeyê bintatê berdewam dikin.
Li Taxa Pirinçlik Yolboyu ya ser bi navçeya Kayapinarê ve, kevirên parkeyê yên heyî yên li ser rêya 600 metreyî hatin rakirin û raxistina melzemeyê stabîlîze temam bû. Li ser rêya 2,2 kîlometreyî ya Taxa Cumhuriyetê jî xebatên raxistina kevirên parkeyê berdewam dikin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin, ligel 8 navçeyan, li 9 navçeyên din jî di çarçoveya bernameyê de xebatên çêkirin, lênihêrîn û temîrkirina rêyan dimeşînin. Bi van xebatan tê armanc kirin ku girêdana taxan bi navendên navçeyan re_were bihêzkirin, ewlehiya gihandinê were zêdekirin û derfetên gihandinê yên rehettir werin dabînkirin.
