Tîmên îtfaiyeyê di 73 rojan de mudaxeleyî hezar û 804 şewatan kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di navbera 1ê Gulanê û 12ê Tîrmehê de li seranserê parêzgehê mudaxeleyî hezar û 804 şewatan û 799 bûyerên rizgarkirin û rewşên lezgîn kir.

Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê, di navbera 1ê Gulanê û 12ê Tîrmehê de li seranserê parêzgehê ji bo şewat, rizgarkirin û rewşên lezgîn xebateke dijwar meşand. Tîmê di pêvajoya 73 rojan de bi giştî mudaxeleyî 2 hezar û 669 bûyeran kir û ji bo dabînkirina ewlehiya can û malan wezîfe kirin.
Mudaxeleyî hezar û 804 şewatan hate kirin
Tîmên îtfaiyeyê di serdema navborî de mudaxeleyî hezar û 804 şewatan kir. Beşa herî mezin a şewatan ji şewatên pirêzeyê (pûş û pelax), giya, kayê û çopê pêk hatin ku bi mehên havînê re zêde bûn. Di vê kategoriyê de mudaxeleyî 784 bûyeran hate kirin; her wiha 319 şewatên pirêzeyan (carû), 174 şewatên dexil (genim û ceh), 132 xanî, 95 wesayît, 92 tabloyên elektrîkê, 71 rez û baxçe, 40 avahiyên din, 33 cihên kar, 10 êzinggeh, 9 daristan û şitilgeh, 2 fabrîka û 1 şewata dûkêşa banî hatin vemirandin. Her wiha mudaxeleyî 42 bûyerên cuda yên şewatê jî hate kirin.
799 bûyerên rizgarkirin û rewşên lezgîn
Li gel şewatan, tîmên îtfaiyeyê di qadên cuda de mudaxeleyî 865 bûyerên rizgarkirin û rewşên lezgîn kirin. Di vê çarçoveyê de; di 373 rizgarkirina ajalan, 208 mudaxeleyên ji bo armanca ewlehiyê, 90 qezayên trafîkê, 88 rizgarkirina can, 34 lehî û avrabûn (lêmişt) û 6 bûyerên lêgerîn û rizgarkirina binê avê de wezîfe hate girtin.
Di mehên havînê de şewatên pirêzeyan zêde bûn
Bi bandora werza havînê, bi taybetî şewatên giya, kayê, çop, pirêze û dexil bi awayekî berbiçav zêde bûn. Tîmên Îtfaiyeyê dê xebatên xwe berdewam bikin da ku rê li ber mezinbûna şewatên li navenda bajêr û herêmên gundewarî bigirin û pêşî li windabûna can û malan bigirin.
