Zarokên xwedî pêdiviyên taybet bi "masterchefê" hunerên xwe nîşan dan

 

 

Ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet ên li Malên Mola yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dixwînin, di çarçoveya xebatên taybet bo zarokan de çalakiya "Masterchef" hat lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo hêsankirina jiyana zarokên xwedî pêdiviyên taybet û ji bo zêdekirina moral û motîvasyona wan xebatên cuda cuda didomîne.

Malên Mola yên ku di bin banê Daîreya Xizmetên Civakî de kar dikin, jiyana rojane ya dêûbavên zarokên xwedî pêdiviyên taybet hêsan dike, di heman demê de çalakiyên ku li xaniyên vehesînê têne organîzekirin reng dide jiyana zarokan.

Zarokên xwedî pêdiviyên taybet di çalakiya "Masterchef" a li Mala Vehesînê ya li Kayapinarê hat lidarxistin de hunerên xwe nîşan dan.

Zarokên ku bi mamosteyên xwe re fêrî çêkirina kulîçeyan bûn, bi alîkariya mamosteyên xwe malzemeyên kulîçeyê hevîr kirin û danîn ser tepsiyan.

Paşê zarokan kulîçeyên ku hatibûn pijandin li beşdaran belav kirin û bi lêxistina muzîkê kêfxweş bûn.

Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Bayram Sezgîn û rêveberên şaxan beşdarî bernameyê bûn.