Â
Werzişvanê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Mehmet Aslan, di Şampiyoniya Atletîzma Tirkiyê ya Lîseyan de ku di 3ê Gulanê de li Îzmîrê hat lidarxistin, madalyaya tunc wergirt.
Mehmet Aslanê ku di Dibistanên Sporê yên Azad ên ku di bin banê Beşa Ciwan û Sporê de dixebitin hat keşfkirin û anîn Kuluba Belediyesporê ya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, di Şampiyonaya Atletîzma Tirkiyeyê ya Lîseyê de bawernameya xwe bi dest xist
Aslanê ku di pêşbirka meşa 3000 metre ya şampiyoniyê da bû 3yemîn, madalyaya tunc û sertîfîkaya serkeftinê hilda.