Pergala dabînkirin û belavkirina avê ya Hezroyê tê nûkirin

 

 

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, li navçeya Hezroyê pergala dabînkirin û belavkirina ava vexwarinê nû dike.

Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) ji bo ku navçe 24 saetan ava bênavber û saxlem wergire dest bi xebatê kir.

Di vê çarçoveyê de ekîbên DÎSKÎyê yên ku dê embar û şebekeyên li navenda navçeyê çak bikin û kêmasiyên wan temîr bikin, dê tesîsên elektrîkê yên li înşeatên hundir û derve yên embaran jî nû bikin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî xebat çavdêr kirin û ji ekîba teknîkê agahî girtin.

Li Hezroyê sîstemeke nûjen a kontrolkirina avê tê danîn

Tutşî diyar kir ku ji bo avakirina sîstemeke nûjen a kontrolkirina avê li Hezroyê dixebitin û wiha got:

“Di çarçoveya lênihêrîn û temîrkirina depoyên avê de, em boyaxkirina hundir û derve, guhertina valve, îzolasyon, nûkirina pêkhateyên hesinî, pêçandina têla tankê li hember metirsiyên derve û paqijkirina hundirê depoya avê dikin. Em li navçeyê şebekeyên nû datînin û bi sîstema SCADA 24 saetan çavdêriya wan dikin. Em li navenda Hezroyê di çarçoveya xebatên ku temîrkirina depo û bîrên avê û her wiha depoyên avê dihewîne de tankan nû dikin. Armanca me ew e ku bi pêşkêşkirina hêmanên paqijî, pêbawerî û bi kalîte ava saxlem û bênavber ji welatiyan re peyda bikin.”

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Tutşî û ekîba teknîkê piştî xebatên kontrolkirina embaran bi Qeymeqamê Hazroyê Salîh Sak re hevdîtinek pêk anîn û xebatên ku ji bo 24 saetan ava vexwarinê ya bênavber li navçeyê bê dayîn nîqaş kirin.