Berî YKS’yê li ddorên dibistanan kontrola dengê bilind
Şaredariya Mezin a Amedê, berî Ezmûna Saziyên Bilind (YKS) a ku dê di 20-21’ê Hezîranê de were çêkirin, bi armanca ku xwendekar di şert û mercên hîn aram, ewle û guncaw de ezmûna xwe derbas bikin, li seranserê bajêr xebateke kontrolkirina dengê bilind û agahdarkirinê meşand.

Şaredariya Mezin a Amedê, berî Ezmûna Saziyên Bilind (YKS) ku yek ji ezmûnên girîng e û teşe dide paşeroja xwendekaran, amadekariyên xwe yên pêwîst didomîne. Di vê çarçoveyê de tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, berî ezmûnên ku dê di 20-21’ê Hezîranê de werin çêkirin, bi armanca kêmkirina dengên derdorê li seranserê bajêr xebateke berfireh da destpêkirin.
Li derdorên navendên ezmûnê kontrol hatin kirin
Tîman, li herêmên ku dibistanên ezmûnê lê ne lêkolîn kirin û çavkaniyên dengên bilind ên ku dikarin bala xwendekaran belav bikin û bandoreke neyinî li ser performansa wan bikin, tespît kirin. Di xebatên qadê de derdorên navendên ezmûnê yek bi yek hatin kontrolkirin û rîskên gengaz hatin nirxandin.
Serdana qadên înşeatê û kargehan hat kirin
Di çarçoveya kontrolan de qadên înşeatê, cihên kar û kargehên cuda yên ku nêzî navendên ezmûnê ne hatin serdan. Di hevdîtinên ku bi rayedarên kargehan re hatin kirin de, agahdarî hat dayîn ku di demjimêrên ezmûnê de xebatên ku dibin sedema dengê bilind werin sekinandin, ji çalakiyên bi dengê bilind dûr bisekinin û hestiyariyê nîşan bidin.
Tîmên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bal kişandin ser girîngiya girtina tedbîrên pêşîlêgirtinê li dijî her cûre çavkaniyên deng ên ku dikarin bandoreke neyinî li ser pêvajoya ezmûnê ya xwendekaran bikin û xwest ku di rojên ezmûnê de hemû sazî û kargeh hestiyariya pêwîst nîşan bidin.
Xebat hatin tomarkirin
Di kontrolên ku ji aliyê tîmên teknîkî ve hatin meşandin de, di encama lêkolînan de “Girtekên Tespîtkirina Rewşê” hatin amadekirin û xebat hatin tomarkirin. Li gorî encamên kontrolê hişyariyên pêwîst ji kes û kargehên têkildar re hatin kirin û hat xwestin ku ji bo pêşîlêgirtina çalakiyên ku di dema ezmûnê de bala xwendekaran belav dikin, tedbîrên pêwîst werin girtin.
Armanc, ketina xwendekaran a ezmûnê ya di şert û mercên guncaw de ye
Bi vê xebata ku ji aliyê Şaredariya Mezin ve tê meşandin, tê armankirin ku xwendekar di rojên ezmûnê de bêyî ku di bin bandora dengê derdorê de bisekinin, di hawîrdoreke hîn aram û bi rûmet de bikevin ezmûnê.
