Li Bulvara Firatê ji bo ewlehiya trafîkê tedbîrên nû
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca kêmkirina qezayên trafîkê yên ku li Bulvara Firatê ya li navçeya Peyasê (Kayapinar) —di navbera Bulvara Mezopotamyayê û Çerxerêya Stadyuma Diyabekirê de— pêk tên, rêzek tedbîr xistin meriyetê. Li herêmê qasîsên ji kauçukê û tabelayên trafîkê hatin boyakirin, her wiha ji bo hişyarkirina şofêran nîşaneyên zemînê hatin xêzkirin. Di çarçoveya xebatan de dê sîstema sînyalîzasyonê ya bi buton jî bê avakirin.

Serokatiya Daîreya Veguhastinê, bi armanca zêdekirina ewlehiya trafîkê ya li Bulvara Firatê ya li navçeya Peyasê, rêziknameyên nû pêk anîn. Bi xebatên ku li gorî biryara Komisyona Jêrîn a Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) hatine destpêkirin re, tê armanckirin ku şofêr kontrola lezê bikin û pêşiya qezayên gengaz bê girtin.
Kasîsên ji kauçukê hatin boyakirin
Di çarçoveya xebatan de, li ser xeta Bulvara Firatê ya di navbera Bulvara Mezopotamyayê û Çerxerêya Stadyuma Diyabekirê de, bi du rêzan bi giştî 26 metre qasîsên ji kauçukê hatin montekirin. Tê armanckirin ku qasîs leza wesayîtan kêm bikin û bi taybetî di saetên qelebalix ên trafîkê de piştgiriya veguhastina ewle bikin.
Tabelayên trafîkê û nivîsên hişyariyê hatin zêdekirin
Ji bo zêdekirina baldariya şofêran a li herêmê 4 adet tabelayên trafîkê hatin montekirin, her wiha li ser rûyê rê jî ji bo hişyarkirinê nivîsên zemînê hatin nivîsandin. Bi vê yekê re, hat dabînkirin ku şofêr derbarê sînorên lezê û rêgezên trafîkê de bi awayekî berçavtir werin agahdarkirin.
Sîstema sînyalîzasyonê ya bi buton dê bê avakirin
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, wekî zêdekarî li ser tedbîrên heyî ragihand ku ji bo dabînkirina derbasbûna ewle ya peyayan a li herêmê, dê sîstema sînyalîzasyonê ya bi buton (pêçkok) bê avakirin. Tê hêvîkirin ku bi xistina meriyetê ya sîstema nû re, hem trafîka wesayîtan hem jî ya peyayan ewletir û di bin kontrolê de bibe.
