Rêyên Taxa Bagcilarê tên nûkirin: Dê 24 hezar û 500 ton asfalt bê rijandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên nûkirina rêyan de ku li Taxa Bagcilarê ya ser bi navçeya Rezanê ve dimeşîne, dê bi giştî 24 hezar û 500 ton asfalta germ birijîne. Di qonaxa yekem a xebatan de rijandina 13 hezar û 500 ton asfaltê hate temamkirin, li ser kolan û şeqamên di nav bernameyê de jî dê 11 hezar ton asfalta nû ya din bê rijandin.

Serokatiya Daîreya Koordînasyona Parastina Rê û Binesaziyê, xebatên xwe yên çêkirin, parastin, tamîrkirin û başkirina rêyan ku li navenda bajêr dimeşîne, bênavber didomîne. Bi armanca ku veguhastina nav bajêr ewletir û rehettir bibe, di çarçoveya xebatên hatin destpêkirin de, li Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezanê xebateke berfireh a nûkirina asfaltê hate destpêkirin.
Tîm, beriya rijandina asfaltê, li ser rêyên ku dema bikaranîna wan bi dawî bûye pêvajoya rakirina asfaltê temam kirin û derbasî rijandina asfalta germ bûn.
Di qonaxa yekem de 13 hezar û 500 ton asfalt hate rijandin
Di qonaxa yekem a xebatan de li ser Kolana Yenihalê, Kolana Karanfil 7an, Kolana Amîdê, Şeqama 1128an û Şeqama 1097an pêvajoya rijandina tebeqeya xûrandinê hate kirin. Li ser van xetan bi giştî 13 hezar û 500 ton asfalta germ hate rijandin.
Bi xebatên ku tên meşandin re rêyên ku ev demeke dirêj bû xera bibûn tên nûkirin û ji bo şofêr û peyayan binesaziyeke veguhastinê ya ewletir tê avakirin.
Xebat dê li kolan û şeqamên cuda berdewam bikin
Di berdewamiya bernameya xebatê de, dê li Kolana Karanfil 6an, Kolana Karanfil 8an, Kolana Karanfil 10an, Şeqama 1056an, Şeqama 1077an, Şeqama 1124an û Şeqama 1076an xebatên rijandina tebeqeya xûrandinê werin kirin. Di vê qonaxê de tê plankirin ku nêzî 11 hezar ton asfalta germ li ser rêyan bê rijandin.
Rehetiya veguhastinê dê bibe zêdekirin
Bi xebata ku dê tê de bi giştî 24 hezar û 500 ton asfalta germ bê bikaranîna re, tê armanckirin ku kalîteya rêyên kolan û şeqamên li Taxa Bagcilarê bê bilindkirin, ewlehiya veguhastinê bê zêdekirin û rûniştvanên taxê bigihêjin xizmetguzariyeke veguhastinê ya rehettir.
Şaredariya Bajarê Mezin, dê li seranserê bajêr xebatên xwe yên çêkirin û nûkirina rêyan li gorî bernameya plankirî bidomîne û binesaziya veguhastinê xurtir bike.
