Ji bo berendamên YKSê xizmeta Veguhastina Bêheq dê bê dayîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku dê rojên Şemî 20ê Hezîranê û Yekşem 21ê Hezîranê bikevin Ezmûna Saziyên Bilind (YKS), xizmeta veguhastina giştî ya bêheq pêşkêş dike.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca ku gihîştina xwendekarên beşdarî Ezmûna Saziyên Bilind (YKS) dibin a ji bo navendên ezmûnê hêsan bike, dê xizmeta veguhastina giştî ya bêheq bide. Di çarçoveya amadekariyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve hatî kirin; berendamên ku dê rojên Şemî 20ê Hezîranê û Yekşem 21ê Hezîranê bikevin ezmûnê, heke belgeya xwe ya ketina ezmûnê nîşan bidin, dê bikaribin ji wesayîtên veguhastina giştî yên şaredariyê bi rengekî bêheq sûd wergirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku xwendekar di rojên ezmûnê de di mijara veguhastinê de bi tu pirsgirêk û mexdûriyetê re rû bi rû nebin û bi rihetî bigihîjin navendên ezmûnê, plansaziyên pêwîst temam kirin.
