Li Taxa Malabadê Civîna Gel: Em ê projeyên mayînde bixin meriyetê
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li Taxa Malabadê ya Farqînê bi welatiyan re hatin cem hev û daxwazên der barê ava vexwarinê, tesîsa parzûnkirinê, avdana çandiniyê û pirsgirêkên rê de guhdar kirin. Hevşaredaran destnîşan kir ku ew ê di demeke kurt de çareseriyên lezgîn hildiberînin, piştre jî dê projeyên mayînde yên ku qedera herêmê biguherînin bixin meriyetê. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku welatî daxwaz, pêşniyar û nêrînên xwe rasterast bînin ji rêveberiya şaredariyê re, civînên gel didomîne. Bi çarçoveya xebatên ku di bin koordînasyona Gerînendetîya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) de tên meşandin, li Mala Sersaxiyê ya li Taxa Malabadê ya navçeya Farqînê civîneke berfireh a gel hat lidarxistin.

Ji bo civînê; Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Farqînê Sevim Biçici û Kadri Esen, Sekreterê Giştî yê DBBê Serdar Bakiroglu, Gerînendeyê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, endamên meclîsê, serokên daireyan û gelek welatî beşdar bûn.
Welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Welatiyên ku di civînê de mafê axaftinê girtin; pirsgirêk û daxwazên xwe yên wekî ava vexwarinê, tesîsa parzûnkirinê û avdana çandiniyê, dema baranê di bin avê de mayîna hewşên dibistanan û goristanan gihandin Hevşaredaran.
Hevşaredar Hatun: Ji bo çareserkirina pirsgirêkê em şev û roj dixebitin
Hevşaredar Dogan Hatun ê ku di civînê de axivî, bi bîr xist ku ji bo çareserkirina ji bingeh ve ya pirsgirêka avê ya navçeyên Farqîn û Erxenî ji saziyên navneteweyî yên mîna Japonyayê hîbeyeke mezin girtine û der barê rêgezên tund ên protokolên navneteweyî de wiha got:
"Em dixwazin tavilê werin û boriyan deynin û ser re bigirin, lê belê saziyên navneteweyî yên hîbeyê didin mîna me nafikirin. Heke plana îmarê nebe, rê nerast bin û prosedurên qanûnî neguncav bin vê hîbeyê pesend nakin. Heta ku ew destûrê nedin jî ji bo me ne gengaz e ku em derkevin îhaleyê an jî dest bi kar bikin.
Em pirsgirêka av û parzûnkirinê ya di dilê Farqînê de pir baş dizanin. Ji ber ku ava tê herêmê bi kireç e, veberhênanên ku me kirine, borî û kanal di demeke kurt de dirizin û dişkên. Ji ber vê yekê çêkirina tesîseke parzûnkirinê ya mayînde şert e. Em ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê şev û roj dixebitin."
Hevşaredar Bucak: Em ê çareseriyên lezgîn bi pêş bixin
Hevşaredar Serra Bucak jî diyar kir ku ev civîn ji bo ku welatî nêrînên xwe yên der barê pirsgirêkên taxê de bi azadî bînin ziman, daxwaz, pêşniyar û rexneyên xwe bigihînin tên lidarxistin û bal kişand ser giringiya mekanîzmaya kontrolê.
Hevşaredar Bucak da zanîn ku ew girîngiyê didin çareseriyên demkî yên ku ji bo rewşên lezgîn hatine pêşxistin û got, "Di heyama havîna pêşiya me de em ê bi çareseriyên lezgîn û demkî gelê xwe rehet bikin; yekser piştî wê jî em ê projeyên mayînde yên ku dê qedera herêmê biguherînin bixin meriyetê."
‘Em ê tu gund û navçeyên xwe di vê rewşê de nehêlin’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin ev du sal in hewl dide rêyên koman û rêyên di çarçoveya îhaleyên ku qeyûman di sala 2024an de kiribûn û piştre hatibûn betalkirin de çêbike, û diyar kir ku heke hewcedarî hebe ew ê di mijara danîna kevirên parkeyê yên li ser rêyên hundirê taxê de piştgiriyê bidin Şaredariya Farqînê.
Bucak wiha peyivî: “Em ê tu gundê xwe, tu navçeya xwe di vê rewşê de nehêlin. Em ê rêyan çêbikin. Şaredariya me ya Farqînê dê vê xebatê bi rengekî ku vê havînê û payîzê baş binirxîne bimeşîne, em ê jî bibin piştgir. Di vê mijarê de gumanên we nebin.”
‘Heta dawiya salê pirsgirêka avê namîne’
Gerînendeyê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu jî der barê abonetî û rêveberiya avê de agahdarî da û bal kişand ser pêşxistina çareseriyên hevpar di vê mijarê de. Şerifoglu behsa kêmasiyên binesaziyê û pirsgirêka hişkesaliyê ya li herêmê jî kir û wiha got:
"Bîrên me bi borîna demê re xetime bûn û berhemdariya wan kêm bû; lê belê av bi tevahî bi dawî nebûbû. Pirsgirêk ne qedandina avê ye, negehandina wê bû. Ji bo ku kanalên avê ji nû ve bikevin dewrê û çavkanî bên xwedîkirin, em li ser navê DÎSKÎyê soz didin ku ji bo nûkirina binesazî û şebekeyê çi ji destê me bê em ê bikin. Armanca me ew e ku em heta dawiya salê pirsgirêka avê li van gundan bi tevahî biqedînin."
Civîna gel, piştî ku Hevşaredaran li Taxa Malabadê lêkolîn û vekolîn kirin bi dawî bû.
