20 wesayîtên nû ji bo fîloya îtfaiyeyê: Em ê veberhênanên ji bo gel bidomînin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî navbereke 10 salan, bi armanca bihêzkirina fîloya wesayîtan a Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê, bi giştî 14 wesayîtên destwerdana şewatê yên ku ji 3 tankerên avê, 6 wesayîtên îtfaiyeyê yên 6x4 û 5 wesayîtên cureyê eraziyê yên 4x4 pêk tên, xistin ber xizmetê. Digel 6 wesayîtên 4x4 ku karûbarên wan berdewam dikin û dê hefteya pêş de tevî fîloyê bibin, hejmara wesayîtên nû dê bibe 20 û bi vî rengî kapasîteya destwerdana şewat û karesatan a îtfaiyeyê dê bi asteke girîng zêde bibe. Hevşaredar Serra Bucak di merasîma danasîna wesayîtan de axivî û diyar kir ku ev veberhênan dê berxwedana Amedê ya li dijî karesatan bihêztir bike. Bucak destnîşan kir ku ew ê veberhênanên xwe bi têgihîştineke xizmetguzariyê ya ku ewlehiya can û malê gel dixe pêşiyê, bidomînin.

Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca destwerdana leztir û biwext a li dijî şewatan, bihêzkirina fîloya xwe ya wesayîtan didomîne. Piştî deh salan, tankerên nû yên avê û 14 wesayîtên destwerdana şewatê yên xwedî taybetmendiyên cihêreng li fîloyê hatin zêdekirin. Tê payîn ku şeş wesayîtên din jî hefteya pêş tevî fîloyê bibin. Li Koma Îtfaiyeyê ya Kayapinarê, bi beşdariya Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevberdevkên Meclîsa DBByê Demet Ceylan û Ayhan Karatekin û hevşaredarên navçeyan merasîma danasînê hat lidarxistin.
‘Îtfaiye 10 salan ji veberhênanan bêpar hat hiştin’
Hevşaredar Serra Bucak a ku di merasîmê de axivî, da zanîn ku ji roja yekem a ku hatine ser wezîfeyê vir ve, ew xebatên xwe bi biryardarî didomînin da ku pirsgirêkên binesazî û seresaziyê yên bajêr ku bi salan e hatine piştguhkirin, bi çareseriyên mayinde çareser bikin. Hevşaredar Bucak anî ziman ku bi vê têgihîştinê ew veberhênanên weha tînin jiyanê ku ne tenê hewcedariyên îro, lê paşeroja Amedê jî ewle dikin. Bucak bal kişand ser Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ku bi salan e hatibû piştguhkirin û destnîşan kir ku tevî mezinbûna rûber, zêdebûna nifûs û avahisaziya bajêr, îtfaiye nêzî deh salan ji aliyê wesayîtên nû, alavên teknîkî û kapasîteya destwerdanê ve ji veberhênanên pêwîst bêpar hatiye hiştin.
'Xizmetên îtfaiyeyê tenê ji destwerdana şewatê pêk nayên'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku xizmetên îtfaiyeyê ne tenê ji destwerdana şewatan pêk tên, belku ev yek yek ji xizmetên giştî yên herî bingehîn e ku rasterast bi ewlehiya can, tenduristî, hebûna aborî û berxwedana civakê ya li dijî karesatan ve girêdayî ye. Bucak gotinên xwe wiha domandin: "Şewatên ku di salên dawî de li bajarê me qewimîn û bûn sedema encamên bi êş, ligel tespîtên me, kêmasiyên heyî derxistin holê. Piştgî tespîtên me, me soz dabû gelê xwe ku em ê fîloya wesayîtan, alavên teknîkî û kapasîteya destwerdanê ya teşkîlata xwe ya îtfaiyeyê bi lez bihêz bikin. Îro em bi serbilindî vê soza xwe bi 20 wesayîtên nû yên îtfaiyeyê yên ku me qezencî fîloya xwe kirine, bi cih tînin."
'Dê di demeke kurttir de destwerdan were kirin'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku wesayîtên nifşê nû yên tevî fîloyê bûne dê ne tenê kapasîteya teknîkî ya şaredariyê zêde bikin, lê her weha amadekariya bajêr a li dijî karesatan jî bi astekî girîng bihêz bikin û wiha pê de çû: "Dê di demeke kurttir de destwerdan li şewat û karesatan were kirin, ev yek dê bibe alîkar ku windahiyên can û mal kêm bibin, gihîştina taxên gundewarî û herêmên ku gihîştina wan zehmet e dê hêsantir bibe. Di erdhej, lehî, qezayên trafîkê û operasyonên rizgarkirina teknîkî de dê xizmetguzariyeke biwextar were pêşkêşkirin. Ewlehiya xebatê ya xebatkarên me yên îtfaiyeyê dê bihêztir bibe, binesaziyên giştî yên krîtîk dê bi awayekî çêtir werin parastin û berxwedana bajarê me ya li dijî karesatan dê zêde bibe."
'Veberhênaneke girîng e li ser mafê jiyanê yê gel'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ev veberhênan ne tenê xebateke ji bo zêdekirina hejmara wesayîtan e, belku veberhênaneke girîng a giştî ye ku li ser paşeroja Amedê, ewlehî û mafê jiyanê yê gel hatî kirin. Bucak anî ziman ku li gorî têgihîştina şaredariya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaza jinê û civakparêz, ew xizmetên giştî ne wekî barekî lêçûnê, lê wekî veberhênanên civakî yên ku kalîteya jiyana gel bilind dikin, dibînin.
'Em ê ji têgihîştina xizmetguzariyê tawîzan nedin'
Hevşaredar Bucak da zanîn ku ew ê di heyama pêş de jî di her warê ku bajêr pêdivî pê heye de veberhênanên xwe berdewam bikin û got: "Em ê bêyî ku ji têgihîştina xwe ya xizmetguzariyê ya ku ewlehiya can û malê gelê me dixe pêşiyê tawîzan bidin, xebatên xwe bidomînin."
Bucak got, "Em hêvî dikin ku em rûbirûyî şert û mercên wisa nebin ku tu yek ji van wesayîtan bikar bînin, lê daxwaza me her roj em li dijî şewatên pûş û qeselê têdikoşin." û wiha bang kir: "Pûş û qeselê neşewitînin, kesên ku dişewitînin jî hişyar bikin."
Taybetmendiyên wesayîtan
3 tankerên avê: Her yek ji wan xwedî kapasîteya hilgirtina 17 ton avê ye. Ev wesayît dê bi taybetî di şewatên ku li herêmên gundewarî dakevin û di şewatên mezin de hem piştgiriyê bidin xebatên vemirandinê û hem jî di dabînkirina avê de roleke girîng bilîzin.
6 wesayîtên îtfaiyeyê yên 6x4: Kapasîteya hilgirtina avê ya her yek ji wan 11 ton e. Ev wesayîtên ku dê di şewatên li mal, fabrîka, daristan, qadên gundewarî û zeviyên çandiniyê de werin bikar bînin, tê payîn ku kapasîteya destwerdanê ya teşkîlata îtfaiyeyê bi astekî girîng zêde bikin.
5 wesayîtên cureyê eraziyê yên 4x4: Dê bi taybetî di şewatên gundewarî û daristanan de ku di salên dawî de bi bandora germbûna gerdûnî zêde bûne, wezîfeyê bikin. Ev wesayît ji ber avahiya xwe ya guncan a ji bo şert û mercên dijwar ên eraziyê, dê gihîştina herêmên ku çûna wan zehmet e dabîn bikin û alîkariyê bidin ku destwerdaneke biwextar li şewatan were kirin.
6 wesayîtên 4x4 yên ku karûbarên wan berdewam dikin: Tê plankirin ku ev wesayît jî hefteya pêş tevlî fîloyê bibin. 3 ji van wesayîtan cot-kabîn in û dê di şewatên mal û fabrîkayan de werin bikar bînin; 3 wesayîtên din jî dê bi armanca destwerdana şewatên li herêmên gundewarî û daristanî xizmetê bikin.
