Li Akademiya Zarokan a Aram Tîgran coşa dawiya salê
Akademiya Zarokan a Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, sala xwe ya yekem a perwerdeyê bi bernameyeke bi heybet a dawiya salê bi dawî kir. Bi sedan zarokên ku nava salê di beşên cuda de perwerde dîtibûn, bi performansên xwe yên koro û solo derketin ser dikê û destkeftiyên xwe yên hunerî bi temaşevanan re parve kirin; di dawiya şevê de jî belgeyên xwe yên tevlêbûnê girtin.

Akademiya Zarokan a Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, sala xwe ya yekem a perwerdeyê bi çalakiyeke berfireh a dawiya salê temam kir. Akademiyê ji sala yekem a avabûna xwe vir ve bi sedan zarok bi huner û çalakiyên çandî re gihandin hev û mazuvaniya bernameyeke taybet kir ku tê de zarokan zanîn û şarezayiyên ku di nav salê de bi dest xistibûn, derxistin ser dikê.
Bername li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin û mamoste, dê û bav, zarok û gelek welatî beşdar bûn. Temaşevanên ku salon tije kiribûn, performansên ku zarokan bi ked û fidakariyeke mezin amade kiribûn bi baldarî şopandin û çepikên wan di seranserê şevê de qet kêm nebûn.
Zarokan tiştên ku di nav salê de fêr bibûn li ser dikê nîşan dan
Kora zarokan a ku di destpêka bernameyê de derket ser dikê, bi berhemên ku gotin, kêliyên tije hest û coş bi şînberên salonê re da jiyandin. Zarokên ku bi stranên ku bi hev re gotin ecibandina temaşevanan qezenc kirin, bi lihevhatin û performansa xwe ya li ser dikê bûn sedema çepiklêxistinê.
Piştî nîşandana koroyê, xwendekaran perwerdeyên enstrumanan ên ku di nav salê de girtibûn, bi performansên kesane (solo) derxistin ser dikê. Zarokên ku bi amûrên muzîkê yên cihêreng, di serî de wek keman, piyanor û tembûr derketin ser dikê, bi muzîka xwe ya solo hem ji malbatên xwe re hem jî ji temaşevanan re kêliyên nayên jibîrkirin dan jiyandin.
Di seranserê şevê de kecanî, şadî û xwebaweriya zarokan a li ser dikê rû da salonê û bername bû qada dîmenên rengîn. Dê û bavan fersend dît ku pêşkeftina zarokên xwe ya di nav salê de li ser dikê temaşe bikin û çalakî ji aliyê temaşevanan ve ji bo demeke dirêj hat çepikkirin.
‘Zarok di warê huner û çandê de paşeroja me ne’
Rêveberê Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran Serkan Demîrkiran di bernameyê de axivî û spasiya mamosteyên ku di nav salê de keda wan di pêşkeftina zarokan de çêbûye, malbatên ku piştgiriya xwe kêm nekirine û xwendekarên ku bi fidakarî xebitîne, kir.
Demîrkiran bal kişand ser giringiya mezinbûna zarokan a bi hunerê re û wiha got: "Zarok di warê huner û çandê de paşeroja me ne. Em jî wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û malbat, armanc dikin ku di warê çand û hunerê de xwedî li wan derkevin û wan hê bêtir pêş bixin."
Belgeyên tevlêbûnê hatin dayîn
Çalakiya dawiya salê, bi dayîna belgeyên tevlêbûnê ji bo xwendekarên ku bernameyên perwerdeyê bi serkeftî qedandine, bi dawî bû.
