Bi Atolyeya Muzîkê ya Gerok re zarok xwe ji bo konserê amade dikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya "Atolyeya Muzîkê ya Gerok" de ku li gund û taxên kêmderfet zarokan bi muzîk, lîstik û çalakiyên kultûrî û hunerî re tîne cem hev, xebatên xwe berdewam dike. Zarokên ku li taxên Kervanpinar û Zoravayê 3 heftene perwerdeyê dibînin, xwe ji bo konsera mezin a ku wê di heftiya 4’an de bidin amade dikin. Malbat û zarokan kêfxweşiya xwe ya ji bo vê xizmetê anîn ziman.

Programatolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji aliyê Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ve —ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî de ye— ji bo piştgirîdayîna beşdariya zarokan a di hilberîna hunerî de ket ber xizmetê, berdewam dike.
Di çarçoveya çalakiyan de ku bi armanca pêşxistina behremendiyên hunerî yên zarokan bi rêya muzîk û ritmê di bin çavdêriya rahênerên pispor de û tecrûbekirina bi hev re hilberandin û parvekirinê têne lidarxistin, heta niha li gelek taxên kêmderfet (gundên) navçeyên Farqîn, Sûr, Rezan û Hênê bi zarokan re civîn hatine çêkirin; xebatên li ser ritm, muzîk û hilberîna kolektîf hatine meşandin.
Di atolyeyan de ku armanca wan derxistina afirîneriya hunerî ya zarokên xwedî derfetên kêm e; zarok bi darikên ritmê, boriyên rengîn û darbukayan hînî tempoyê bûn û bûn hevparê ritma muzîkê. Ji bilî muzîkê, zarokên ku bi firçeyên xwe li ser kaxizên cildan ên mezin wênenîgarên kolektîf çêkirin, bi lîstikên kolanan ên kevneşopî û çalakiyên werzişî civakî bûn; hem derfet dîtin ku behremendiyên xwe kifş bikin hem jî bîranînên ji bîr nebin kom kirin.
Piştî perwerdeya 4 heftiyan dê sehne bibe ya zarokan
Qada xebatê ya herî berfireh a Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku wê nêzîkî mehekê bikişîne, li taxên Zorava û Kervanpinarê yên navçeya Sûrê tê meşandin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin, bi rahênerên muzîkê yên pispor re di naskirin û lêdana amûrên muzîkê, ezberkirina stranan û performansa sehneyê de li taxên Kervanpinar û Zoravayê heftiya sêyemîn li paş xwe hişt. Zarokên ku li malên xwe stranan ezber dikin û bi coş tevlî dersan dibin, ji bo konsera ku dê di dawiya heftiya 4’an de li taxên wan bê organîzekirin amadekariyên xwe temam dikin.
Zarokên ku beriya konserê kêfxweşiya hevdîtina bi dersên muzîkê û çalakiyên civakî re dijîn hestên xwe, malbatan jî ramanên xwe yên li ser xizmeta şaredariya bajarê mezin parve kirin.
"Ji kelecanî û coşê em ji bîr dikin bê ka wê çi bêjin"
Mîna Guger a ku 3 hefte ne tevlî perwerdeyên li gundê Kervanpinarê dibe û ji bo roja konserê rojan dijimêre, şahiya ku atolyeyê aniye jiyana wê bi van gotinan anî ziman:
"Mamosteyên me 3 hefte ne tên gundê me. Ez stranên ku berê min ti carî nedizanîn ezber dikim û gelekî kêfxweş dibim. Hinek caran em lîstikan dilîzin, ev tişt gelekî li xweşiya min diçe. Di heftiya 4’an de dê konserê bidin, ez ê di konserê de gelekî bi coş bim û dibêjin ku wê gelekî baş bibe."
Semanur Karakaş a ku diyar kir bi xêra perwerdeyan wan stranên nû hîn bûye û li malê her dem dubare dike, wiha axivî:
"3 hefte ne mamosteyên me tên vir û muzîkê hînî me dikin. Em li vir tiştên gelekî bedew hîn dibin, lîstikan dilîzin. Wekî din stran dan me, me berê ev stranina nedizanî, bi xêra wan em hîn bûn. Em van stranan li malê dubare dubare ezber dikin û tên vir berdewam dikin."
Fatma Eren a ku diyar kir di xebatên atolyeyê de ew fam nakin ka dem çawa derbas dibe û ew coşeke mezin dijîn wiha got:
"3 hefte ne ez û hevalên xwe bi hev re stranan dibêjin û bêhnvedanê dikin. Ew qas xweş e ku ji coşê em ji bîr dikin bê ka wê çi bibêjin. Em spasiya wan dikin."
“Em dixwazin ku zarokên me hîn bibin û em vê yekê girîng dibînin”
Xanê Toprak a ku bal kişand ser wê yekê ku zarok di navbera xwe de her dem behsa muzîkê dikin û kêfeke mezin ji çalakiyan digirin, giringiya xizmeta hatî pêşkêşkirin bi van gotinan anî ziman:
"Em dixwazin ku zarokên me bi vê rêyê tiştekî qezenc bikin, hîn bibin û em vê yekê girîng dibînin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin; di nav xwe de dicivin behsa wan dikin, stranan dibêjin. Xuyaye ku kêfê jê werdigirin. Em vê tiştekî baş dibînin, rind jî dibînin. Îro eger em li hev xwedî dernekevin ti kes li me xwedî dernakeve.”
Bernameya çalakiyên pêş de
Atolye dê di 28’ê Tîrmehê de li taxa Dernekê/Tilê, di 29’ê Tîrmehê de li taxa Yaprakê/Tûtê yên navçeya Licê bêne lidarxistin. Di beşa dawî ya programê de di 4’ê Tebaxê de li taxa Kozanê û di 5’ê Tebaxê de li taxa Karabaşê/Tilikê yên navçeya Sûrê zarok dê kêfa muzîk, ritm û çalakiyên hunerî bikin.
