Li Amedê ji bo kortên tenîsê eleqeyeke mezin: Di 6 mehan de 540 kursiyer
Di 6 mehên pêşîn ên salê de, ji kursên tenîsê yên belaş ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 320 mezin û 220 zarok, bi tevahî 540 kes sûd wergirtin. Rahêneran diyar kir ku “Eleqeyeke mezin a xelkê bajêr ji bo tenîsê heye”, kursiyeran jî anîn ziman ku ew dixwazin Amed di paşerojê de bibe bajarekî ku tenîsgerên serkeftî mezin dike û bi tenîsê tê nasîn.

Serokatiya Daireya Xizmetên Ciwanî û Sporê, bi mebesta belavkirina spora tenîsê û piştgirîdayîna geşkirina jêhatîbûnên zarok û ciwanan kursên belaş organîze kirin. Di kursên ku li Kortên Tenîsê yên Girtî yên 75an ên li navçeya Kayapinarê di periyotên 2 mehan de hatin lidarxistin, ji bo beşdaran piştgiriya materyalan hat peydakirin û li ser teknîkên bingehîn ên tenîsê perwerde hat dayîn. 540 kursiyerên ku 320 ji wan mezin û 220 ji wan zarok bûn, perwerdeya ku stendin bi xebatên pratîkî xurt kirin û gihiştin astek ku karibin ralî û maçan bikin.
Rahêner û kursiyeran diyar kir ku li Amedê eleqeya ji bo tenîsê bi lez zêde dibe.
‘Eleqeya ji bo tenîsê zêde dibe’
Kursiyer Suleyman Şahin ku diyar kir wî bi rêya medyaya civakî derbarê kursa tenîsê ya belaş a Şaredariya Bajarê Mezin de agahî girtiye, axaftina xwe wiha domand: “Min li ser înternetê duyuruya şaredariyê ya ji bo kursa tenîsê ya belaş dît û min serlêdana xwe kir. Kurs ji ya ku min hêvî dikir dirêjtar dom kir. Du mehan heftê de du saetan me perwerde dît. Me teknîkên tenîsê hîn bûn û derfeta me çêbû ku em van bikin pratîk. Ez dibînim ku li bajêr eleqeya ji bo tenîsê zêde dibe. Lidarxistina tûrnuvayên cuda di navbên Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Bağlarê de jî vê eleqeyê zêdetir dike. Em li bendê ne ku di heyamên paşerojê de hejmara kortan zêde bibe. Em dixwazin ku Amed di salên pêş de bibe bajarekî ku tenîsgerên baş mezin dike û bi tenîsê tê nasîn.”
‘Em û hevalên xwe bûn yek’
Hüsna Birtane jî anî ziman ku wê di kursan de demên xweş derbas kirine û destnîşan kir ku wan ji asta herî bingehîn dest bi perwerdeyê kiriye û wiha got: “Ez difikirim ku em hatine heta asta navîn. Me ralî kirin û hevalên me gelekî serkeftî bûn. Di dirêjahiya kursê de em hem kêfxweş bûn hem jî em û hev hatin hembêzkirin û bûn yek. Me di nav xwe de grup çêkirin. Dema kortên tenîsê yên şaredariyê guncaw bin, em ê bi hevalên xwe re plan bikin û li vir lîstina tenîsê bidomînin.”
‘Ewlehiyeke me ya dilşad û aram heye’
Dorşin Uçar a ku ji derfeta perwerdeya belaş sûd wergirtiye jî diyar kir ku ew di kursê de gihiştine asta navîn û got: “Em dikarin li vir lîstina tenîsê bidomînin, kortan belaş bikar bînin. Me bi hevalên ku me spora tenîsê bi hev re hîn bûn re têkiliyên xweş ava kirin. Ewlehiyeke me ya dilşad û aram heye. Ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, rahênerên me û tîma dilxwaz dikim ku keda wan di vê yekê de heye.”
‘Tenîs bû spora girseyî’
Rahênerê Tenîsê Mesut Elhaman got ku di bin banê şaredariyê de berî her tiştî ji zarok, ciwan û mezinan re, ji her koma temenî re perwerde tê dayîn. Elhaman diyar kir ku armanca wan ew e ku kursiyer teknîkên bingehîn ên tenîsê hîn bibin û bigihêjin astek ku karibin ralî û maçan bikin û wiha axivî: “Eleqeyeke mezin a gelê Amedê ji bo tenîsê heye. Tenîsa ku bi salan e wekî sporeke elît dihat dîtin, bi xêra kortên ku şaredariya me li bajêr ava kirine, perwerde û tûrnuvayên ku organîze kirine belavî hemû çîniyan bû û bû sporeke girseyî. Piştî ku kursiyerên me perwerdeya xwe temam dikin jî em peywendiya xwe bi wan re diparêzin. Em rê didin ku di nav xwe de tûrnuvayên biçûk organîze bikin û geşedanên di warê tenîsê de yên li bajêr ji wan re radigihînin. Armanca me ew e ku em mîsoger bikin tenîs bibe sporeke domdar.”
Di 6 mehên pêşîn de perwerde ji bo 540 kursiyerî
Rahênerê Tenîsê Muhammed Parlak jî diyar kir ku di 6 mehên pêşîn ên salê de 320 mezin û 220 zarokan ji kursan sûd wergirtine. Parlak bal kişand ku di perwerdeyan de ew jêhatîbûnên teknîkî esas digirin û van ifadatan bikar anî: “Kursiyerên me di dawiya perwerdeyan de gihiştin astek ku karibin maçan bikin û xwe geş bikin. Eleqeya mezin a ku gel nîşanî spora tenîsê dide me kêfxweş dike. Kursên me di mehên havîn û zivistanê de berdewam dikin.”
