Li Taxa Muradiyeyê avahiyên xirabe bi kontrol têne rûxandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, li Taxa Muradiyeyê rûxandina kontrolî ya avahiyên xirabe yên ku ewlehiya giyanî û malî dixe xetereyê berdewam dikin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, bi armanca ku welatî bigihîjin qadên jiyanê yên ewleh û saxlem, li Taxa Muradiyeyê xebatek hevpar dimeşînin. Avahiyên xirabe yên ku ji mêj ve nayên bikaranîn, bi demê re berxwedana xwe ya fîzîkî winda kirine û ji bo ewlehiya derdorê xetereyê çêdikin, piştî temamkirina karûbarên pêwîst têne rakirin.
Avahiyên xirabe di gelek aliyan de xetereyê çêdikin
Avahiyên xirabe yên ku bêxwedî mane, ji bilî xetereya herfîn û şewatê, dikarin bibin sedema qirêjiya jîngehê, çêbûna kêzikan, bikaranîna madeyên hişbir û gelek pirsgirêkên asayîşê. Bi rakirina van avahiyên ku bi taybetî ji bo zarokan û welatiyên li derdorê dijîn xetereyê çêdikin, tê armanc kirin ku riskên ewlehiyê yên di taxê de kêm bibin û qadên jiyanê yên saxlemtir werin afirandin.
Piştî pêvajoyên qanûnî têne rûxandin
Piştî ku tîmên teknîkî di lêkolînên qadê de avahiyên xeternak diyar dikin û pêvajoyên qanûnî û îdarî yên pêwîst temam dibin, dest bi rûxandinê tê kirin. Di xebatên ku bi maşên kar têne meşandin de, ji bo welatî û tîm ji rewşê neyên bandorkirin, tedbîrên pêwîst ji bo ewlehiya derdorê têne girtin.
Piştî rûxandina ku bi girtina tedbîran tê kirin, moloz û bermahî ji herêmê têne dûrxistin û paqijiya derdorê tê kirin. Bi vê yekê re, ji bilî xetereyên gengaz, ew qadên ku di taxê de dibin sedema qirêjiya jîngehê û dîmenê jî têne rakirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di nav kordînasyona bi şaredariyên navçeyan re, li seranserê bajar xebatên xwe yên tespîtkirina avahiyên xeternak û li gorî bernameyê rakirina wan berdewam bike.
