Li ALO 153’yê xizmeta bi zaakî dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên şaredariya pirzimanî de li Navenda Bangê ya ALO 153’yê dest bi xizmetdana bi zazakî kir. Bi vê sepana nû re tê armanckirin ku welatî daxwaz, pêşniyar û gilîyên xwe bi zimanê xwe yê dayikê hêsantir bînin ziman.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên xizmeta pirzimanî ku bi feraseta şaredariya civakî bi rê ve dibe, firehtir dike. Li Navenda Bangê ya ALO 153’yê ku li ser Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re ye, piştî tirkî û kurmancî êdî bi zazakî jî xizmet tê dayîn.
Bi vê sepana nû ya ku li navenda bangê ket ber xizmetê —ku her roj bi hezaran welatî bêyî ku biçin avahiya şaredariyê daxwaz, pêşniyar û gilîyên xwe ragihînin— tê armanckirin ku welatiyên bi zazakî diaxivin baştir û hêsantir bigihêjin xizmetên şaredariyê.
‘Me li ser daxwaza welatiyan xist meriyetê’
Berpirsiyarê Navenda Piştgiriyê ya ALO 153’yê Ahvelat Turhalli diyar kir ku xebatên xizmeta pirzimanî yên li navenda bangê li ser daxwazên welatiyan hatine pêşxistin. Turhalli destnîşan kir ku di sala 2024’an de dema ku wan dest bi kar kir, li navenda bangê tenê bi tirkî xizmet dihat dayîn û welatiyan ji bilî zimanê xwe yê dayikê di birêvebirina têkiliyê de zehmetî dikişandin.
Turhalli anî ziman ku li ser vê yekê di Gulana 2025’an de wan dest bi xizmeta bi kurdî (kurmancî) kiriye û vê pêkanînê di demeke kurt de eleqeyeke mezin dîtiye.
Turhalli diyar kir ku bi taybetî ji welatiyên ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye bersivên gelek erênî girtine û got:
“Welatiyên me dibêjin ku ew pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe gelekî hêsantir tînin ziman. Di heman demê de ji bo xizmetdana bi zazakî jî daxwaz ji me re hatin. Piştî amadekariyên ku me kirin, me dest bi xizmeta bi zazakî kir.”
Turhalli bal kişand ser wê yekê ku armanca bingehîn a şaredariyê ew e ku her kes bi zimanê ku tercîh dike xizmetê werbigire.
Turhalli diyar kir ku wan bi 9 xebatkaran dest bi kar kiriye û di rewşa zêdebûna daxwaza ji bo zazakî de ew ê hejmara xebatkaran zêde bikin û got:
“Em plan dikin ku li gorî hewcedariyên gelê bajarî, xizmeta bi erebî û îngilîzî jî bidin. Armanca me ew e ku kî bi kîjan zimanî bixwaze biaxive, bikaribe bi wî zimanî ji xizmetên şaredariyê sûd werbigire.”
