Bi germbûna hewayê re têkoşîna li dijî dûpişkan dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ligel bilindbûna germahiya hewayê, li gelek taxên navçeya Sûrê li dijî dûpişkan xebatên dermankirinê da destpêkirin.

Ekîbên Yekeya Dermankirinê yên ser bi Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, bi armanca parastina tenduristiya giştî û kêmkirina rîskên gengaz ligel zêdebûna germê, xebatên xwe yên ji bo têkoşîna li dijî dûpişkan li navçeya Sûrê berdewam dikin. Di çarçoveya xebatên ku li gorî daxwaz û giliyên muxtarên taxan û welatiyan hatine plankirin de, ekîb li herêmên diyarkirî çalakiyên dermankirinê bê navber bi rê ve dibin.
Xebat li gelek taxan berdewam dikin
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê ekîbên Yekeya Dermankirinê ve tên meşandin de, li taxên Hasirli, Alî Paşa, Lalebey, Ziya Gokalp, Camî Nebî, Camî Kebîr, Cevatpaşa, Dabanoglu, Savaş û Fatih Paşa yên navçeya Sûrê û li herêma Ben û Senê li dijî dûpişkan karûbarên dermankirinê tên kirin.
Bi van xebatên ku li qadên rîska dîtina dûpişkan lê bilind e tên meşandin, tê armanckirin ku welatî jiyana xwe di hawirdoreke hîn ewledar û tendurist de derbas bikin.
Parastina tenduristiya giştî tê armanckirin
Ekîbên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ji bo parastina tenduristiya gel û kêmkirina rîskên ji ber dûpişkan derdikeven holê, xebatên xwe yên dermankirinê bi rêkûpêk berdewam dikin.
