Roja LGSyê ji bo xwendekaran veguhastina belaş, li derdora dibistanan kontrola dengî
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku dê di 13ê Hezîranê de bikevin Ezmûna Pergala Derbasiya Lîseyan (LGS), xizmeta veguhastina giştî kir belaş; her weha bi armanca ku xwendekar di hawirdoreke hîn aram de ezmûna xwe bikin, li derdora dibistanan kontrolên dengî pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, beriya Ezmûna Pergala Derbasiya Lîseyan (LGS) ya ku dê roja Şemiyê 13ê Hezîranê bê kirin, ji bo xwendekar pêvajoya ezmûnê di mercên hîn rehet û ewledar de derbas bikin, gelek tedbîr girtin. Di vê çarçoveyê de ji bo xwendekarên ku dê bikevin ezmûnê veguhastina giştî kirin belaş, li derdora dibistanên ku ezmûn dê lê bê çêkirin jî li dijî dengê bilind xebatên kontrolkirin û agahdarkirinê hatin meşandin.
Ji bo xwendekaran xizmeta veguhastina giştî ya belaş
Xwendekarên ku dê bikevin LGSyê, heke belgeyên xwe yên ketina ezmûnê nîşan bidin, dê bikaribin di roja ezmûnê de ji wesayîtên veguhastina giştî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi awayekî belaş sûdê wergirin. Bi vê sepandinê tê armanckirin ku gihîştina xwendekaran a ji bo navendên ezmûnê hêsan bibe û rê li ber pirsgirêkên veguhastinê yên ku di roja ezmûnê de dikarin rû bidin bê girtin.
Li derdora dibistanan kontrola dengî
Ekîbên teknîkî yên li seranserê Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Hawirdorê, bi armanca ku xwendekar ezmûnên xwe di hawirdoreke aram û dûrî neyêniyên ku dê bala wan belav bikin de pêk bînin, li derdora dibistanên li navenda bajêr xebatên kontrolkirin û agahdarkirinê kirin.
Beriya LGSyê di dîrokên 11-12ê Hezîranê de, li derdora dibistanên ku ezmûn dê lê bê çêkirin qadên avahisaziyê (înşaat) li ser cih hatin lêkolînkirin. Ekîban, ji bo berpirsiyar û rayedarên kargeh agahdarkirin kirin ku di dema ezmûnê de ji çalakiyên ku dibin sedema dengê bilind dûr bisekinin, hesasiyeta hewce nîşan bidin û tedbîrên hawirdorê bigirin.
Girtename hatin amadekirin, hişyarî hatin kirin
In çarçoveya xebatên ku hatin meşandin de, girtenameyên tespîtkirina rewşê hatin amadekirin û hatin qeydkirin. Ekîban, ji bo ku xwendekar pêvajoya ezmûnê di mercên hîn aram û guncaw de derbas bikin, ji bo girtina tedbîrên hewce hişyarî dan rayedarên kargehan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca rêgirtina li her wekî neyêniyên ku di dema ezmûnê de bala xwendekaran belav dikin û ji bo parastina hawirdora ezmûnê dê xebatên xwe berdewam bike.
