Çerxerêka li Bulvara Firatê bi peyzaja zuhakî hat nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca parastina çavkaniyên avê û avakirina qadên keskeşîn ên li hember şert û mercên îqlimê berxwedêr, sepana peyzaja zuhakî ya ku li çerxerêka li serxasiya Bulvara Selahattin Eyyubî û Bulvara Firatê dimeşand temam kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên peyzaja zuhakî yên ku bi armanca parastina çavkaniyên avê û avakirina qadên keskeşîn ên li hember şert û mercên îqlimê berxwedêr li seranserê bajar dimeşîne, bênavber berdewam dike. Şaredariya Bajarê Mezin ku bi vizyona derdora dostê xweşîstiyê û domdar tevdigere, li xalên qelebalix ên bajar hem sererastkirinên estetîk hem jî yên li ser bingeha teserufê dixîne meriyetê.
Xebata li çerxerêkê hat temamkirin
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, di çarçoveya xebatan de sepana peyzaja zuhakî ya ku li çerxerêya li serxasiya Bulvara Selahattin Eyyubî û Bulvara Firatê dimeşand temam kir. Li projeya ku bi berçavgrirtina şert û mercên îqlimê yên germ û zuhak ên bajar hat bicîanîn, cureyên riwatan ên ku kêm avê dixwazin û li hember şert û mercên îqlimê lihevhatineke bilind nîşan didin hatin tercîhkirin.
Li çerxerêkê 3 hezar û 80 dar û devî hatin çandin
Li çerxerêka li serxasiya Bulvara Selahattin Eyyubî û Bulvara Firatê, ji bo parastina zemîn û sêwirana qadê 2 hezar û 600 meqyas keçeya geotekstil û hezar û 200 meqyas veqetînera çîmê hat bikaranîn. Ji bo zêdekirina dewlemendiya dîtbarî, 74 ton kevirê dominoyê yê spî û 85 ton kalyera ponzayê ya sor li qadê hat raxistin.
Li qada peyzajê hezar û 370 gula sor, 770 taflanên zêrîn (gold taflan), 750 abelya, 90 maziyên pîramîdî, 90 gulên gopalî û 10 selwiya şîn hatin çandin. Destên dawîn ên li dora çerxerêkê jî dê bi destpêkirina demsala çandina çîmê re bête kirin.
Li Taxa Aziziyeyê xebat dest pê kirin
Ekîbên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li refûja navîn a li ser Kolana 1’ê ya TOKÎ’yê ya li Taxa Aziziyeyê ya ser bi navçeya Yenişehirê jî dest bi xebatên sererastkirina peyzajê kirin. Li qada ku karên tijîkirina zemîn û axê berdewam dikin, dê di demeke kurt de çandina darçikan û sepana sêwiranê ya li gorî prensîbên peyzaja zuhakî bête kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin dê projeyên peyzajê yên dostê îqlimê ku karanîna bikêrhatî ya çavkaniyên avê misoger dikin û tevkariyê li tevna estetîk a bajar dikin, li seranserê bajar berbelav bike.
