Ji bo Kabî xeta nû ya kanalîzasyonê ya 3 kîlometreyî
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka kanalîzasyonê ya ku bi salan e li Taxa Kabî berdewam dike, bi xeteke nû ya 3 kîlometreyî û 35 bîrên kontrolê (bacayên miyaneyê) çareser dike. Welatiyan diyar kir ku çalên foseptîkê yên bi salan dihatin bikaranîn bêhnên xirab di taxê de belav dikirin û ji bo zarok û ajalan xetere çêdikirin; bi vê re bal kişandin ser giringiya xebatê.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), piştî guherîna plana îmarê ji bo pêşwazîkirina hewcedariya binesaziyê ya li Taxa Kabî, dest bi çêkirina xeta nû ya kanalîzasyonê kir. Projeya ji bo çareserkirina vê pirsgirêka salan, ligel cihên niştecîbûnê yên heyî, dê piştgiriya binesaziyê bide geşedana herêmê ya di paşerojê de jî.
Xeta 3 kîlometreyî û 35 bîrên kontrolê tên çêkirin
Di çarçoveya xebatê de ku di 24ê Tîrmehê de dest pê kir, bi rengê ku bi xeta şebekeyê ya heyî ya li Kolana 3005an a Taxa Kabî re bê girêdan, xeteke kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya nêzî 3 kîlometreyî û 35 bîrên kontrolê tên çêkirin. Di gava yekem de raxistina xeta nêzî 1 kîlometreyî hate temamkirin û tîm armanc dikin ku projeyê di nav 15 rojan de bi dawî bînin.
Bîrên kontrolê, di proseya xebitandina xetê de çavdêrî û xebatên lênêrînê hêsan dikin û bi vê yekê karîgeriya pergala demdirêj dixin bin misogeryê.
Xeta nû dê piştgiriya geşedana plankirî ya herêmê bike
Xeta nû ya kanalîzasyonê, ligel çareserkirina pirsgirêkên binesaziyê yên li qadên niştecîhbûnê yên heyî, dê hewcedariya kanalîzasyonê ya avahiyên ku dê li qadên bi guherîna îmarê re hatine vekirin de bên çêkirin jî pêşwazî bike. Bi vê re, binesaziya li taxê dê bigihêje kapasîteyeke ku ji daxwaza îro wêdetir, avahîsaziya di paşerojê de jî bikişîne.
Veberhênana ku bi salan dihate rawestin bi awayekî plankirî bi pêş dikeve
Midûrê Xizmetên Teknîkî yê Şaxa Avakirina Kanalan a DÎSKÎyê Erkan Yakişik diyar kir ku veberhênana binesaziyê ya ku bi salan li taxê dihate rawestin, li gorî hewcedariyên herêmê hatiye plankirin. Yakişik derbarê çarçove û armancên projeyê de agahî dan û weha axivî: “Li Taxa Kabî piştî guherîna plana îmarê, hewcedariya bi binesaziya kanalîzasyonê bi awayekî berbiçav zêde bû. Di vê çarçoveyê de me çêkirina xeta kanalîzasyonê ya 3 kîlometreyî û 35 bîrên kontrolê da destpêkirin û em armanc dikin ku di dema plankirî de bi dawî bînin. Bi temamkirina projeyê re, pirsgirêkên binesaziyê yên li qadên niştecîbûnê yên heyî dê bêne çareserkirin û hewcedariya kanalîzasyonê ya avahiyên nû yên li herêmê bêne çêkirin dê bê pêşwazîkirin.”
Welatiyan kêfxweşiya xwe anîn ziman
Xelkê taxê kêfxweşiya xwe ya ji bo çareserkirina pirsgirêka salan anî ziman. Ji şêniyên taxê Giyasettin Çîçek diyar kir ku wan bi salan pirsgirêka kanalîzasyonê dîtine û tevî gelek serlêdanan jî encam negirtine; lê îsal bi pêşengiya Şaredariya Sûrê û xebata DÎSKÎyê xeta kanalîzasyonê tê çêkirin.
Ji welatiyan Hasan Aşar jî destnîşan kir ku bi salan sozên hatine dan bi cih nehatine, lê îsal bi pêşengiya şaredariyê û DÎSKÎyê pirsgirêk çareser bûye.
Welatî Cigerxwîn Akdenîz jî ragihand ku bi salan hewcedariya kanalîzasyonê ya malan bi çalên foseptîkê dihate dîtin, ev rewş di taxê de dibû sedema bêhnên xirab û ji bo zarok û ajalan xetere çêdikir.
Binesaziyeke saxlem û domdar tê armanckirin
Bi temamkirina projeyê re kêmasiyên binesaziyê yên bi salan li taxê berdewam dikirin dê bi awayekî girîng bêne çareserkirin, daxwazên heyî bêne pêşwazîkirin û ji bo qadên niştecîhbûnê yên di paşerojê de binesaziyeke saxlemtir û domdartir bê avakirin. Ev gava li Taxa Kabî hatî avêtin, dê zemînekî ku geşedana plankirî ya herêmê di demdirêjiyê de dixe bin garantiyê bafirîne.
