DÎSKÎ li Serkalo û Axtepeyê xeta ava gemar a 5 kîlometre çêdike
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Serkalo ya li ser navçeya Sûrê xeteke avrêjkê ya 3,5 kîlometreyan ku saxlem û berxwedêr e ava dike, di heman demê de gundikê Aktepeyê jî bi xeta nû ya 1,5 kîlometreyan cara yekemîn gihand karûbarê kanalîzasyonê.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), li Taxa Serkalo ya li ser navçeya Sûrê, li ser hilweşîna xeta ava gemar ku di sala 2006'an de ji aliyê Îdareya Taybet a Bajar ve hatibû çêkirin û qedandina temenê wê yê aborî, xebata nûkirinê da destpêkirin.
Proje ket bernameya veberhênanê
Li ser serlêdana niştecîhên taxê, piştî lêkolînên ji aliyê ekîbên teknîkî ve hatin kirin, proje ket bernameya veberhênanê. Di çarçoveya xebata ku di 19'ê Tîrmehê de destpêkirî de, xeta heyî ya 1 kîlometreyî bi temamî tê nûkirin, ligel vê xeteke nû ya ava gemar a 2,5 kîlometreyan tê raxistin.
Bi temamkirina xebatê re, dirêjahiya giştî ya xeta ava gemar a li taxê dê bibe 3,5 kîlometre. Bi vê yekê re xetereya xitimîn û rijînê ya ji ber hilweşînê tê holê û kapasîteya hîdrolîk a binesaziyê tê zêdekirin.
300 welatî dê ji vê xebatê sûd wergirin
Armanc ew e ku xebata ku dê nêzî 300 welatî yên di 50 malan de dijîn jê sûd wergirin, di 5'ê Tebaxê de bi dawî bibe. Bi temamkirina projeyê re, pirsgirêka binesaziya ava gemar ku Taxa Serkalo ji mêj ve dijî, dê bi awayekî daîmî bê çareserkirin.
'Dê bibe xwedî binesaziyeke saxlem û berxwedêr'
Şefê Xizmetên Teknîkî yê Şaxa Avakirina Kanalan a Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê Erkan Yakişik ku derbarê xebatê de agahî da, diyar kir ku xeta li taxê di sala 2006'an de hatibû çêkirin temenê xwe yê aborî qedandiye û ji ber hilweşînan nûkirin bûye neçarî. Yakişik anî ziman ku di çarçoveya daxwazên niştecihên taxê de lêkolînên teknîkî hatine kirin û proje ket bernameya veberhênanê û wiha axivî:
"Di çarçoveya xebatê de em xeta heyî ya 1 kîlometreyî bi temamî nû dikin û ligel vê xeteke nû ya ava çopê ya 2,5 kîlometreyan ava dikin. Dema xebata me bi dawî bibe, Taxa Serkalo dê bibe xwedî binesaziyeke ava gemar a 3,5 kîlometreyan ku saxlem û berxwedêr e. Xurtkirina binesaziyê di cihên niştecihbûnê yên gundewarî de, ewqasî ku bingeha jiyana saxlem e, ewqasî jî bingeha rêveberiya avê ya domdar e."
Gundikê Aktepeyê cara yekemîn gihîşt binesaziya ava verêjk
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ'yê, li Gundikê Aktepeyê ku girêdayî Taxa Serkalo ye û berê binesaziya ava gemar lê tune bû jî xebatek pêk anî. Di çarçoveya xebata ku di 4'ê Tîrmehê de destpêkirî û di 18'ê Tîrmehê de bidawîbûyî de, ji gundik re xeta ava qirêj a bi dirêjahiya 1,5 kîlometreyan hat raxistin. Bi vê yekê Gundikê Aktepeyê cara yekemîn gihîşt karûbarê kanalîzasyonê û pirsgirêka binesaziyê ya vê deverê hat çareserkirin.
