Piştgirî ji bo pêşketina gundewarî: Li 11 navçeyan 47 golet têne nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgirîkirina cotkarî û peşevaniyê, û kêmkirina bandorên neyînî yên zuhabûna ku di mehên havînê de bandora xwe zêde dike li ser hilberîner û xwedîkerên heywanan, li 11 navçeyan di 47 goletên ava vexwarinê ya heywanan (HÎS) û avdanê de xebatên lênêrîn, tamîrkirin û nûkirinê bi rê ve dibe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo domandina hilberîna cotkarî û peşevaniyê li taxên gundewarî û ji bo hêsankirina gihiştina ava paqij ji bo hilberîner û xwedîkerên heywanan, xebatên xwe yên binesaziyê berdewam dike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, li seranserê bajêr di 47 goletên ava vexwarinê ya heywanan û avdanê yên ku hatine diyar kirin de xebatên lênêrîn, tamîrkirin, kûrkirin, xurtkirina bendan û nûkirinê pêk tîne.
Xebatên ku armanca wan hêsankirina jiyanê li taxên gundewarî û xurtkirina aboriya herêmî ye, li gorî daxwaz û pêşniyarên welatiyan têne plankirin. Tîm, bi taybetî li herêmên ku zuhabûna havînê lê bandor e ji bo parastina çavkaniyên avê, girtina baranên zivistan û biharê di goletan de û bikaranîna bikêrhatîtir a kapasîteya ava heyî, mesaiyek giran dimeşînin.
Tîmên mudaxeleya lezgîn li ser qadê ne
Tîmên mudaxeleya lezgîn ku ji hêla Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ve hatine avakirin, xebatên xwe yên li ser qadê bê rawestan berdewam dikin. Tîm; mudaxeleyî wan goletan dikin ku ji ber lehiyê, barana zêde û sedemên cûda zirar dîtine, pirsgirêkên strukturî tê de çêbûne an jî temenê xwe yê aborî qedandine.
Di çarçoveya bernameyê de ku bi tevahî 47 goletan dihewîne bi xebatên lênêrîn û tamîrkirinê re tê armanckirin ku golet dîsa bibin xwedî karwerî, û li taxên gundewarî pêdiviyên avdana cotkarî û ava vexwarinê ya heywanan bêne dabînkirin.
Golet têne paqijkirin, strukturên bendan têne xurtkirin
Di çarçoveya xebatên teknîkî yên di goletan de, tort û heriya ku bi demê re di binî de kom bûye, heta kotê qebareya mirî tê paqijkirin. Di dema paqijkirinê de keresteyên berxwedêr ku ji goletan têne derxistin, li ser benda goletê têne nirxandin û di xurtkirina struktura bendê de têne bikaranîn.
Li cihên ku pêwîst e boriyên rijandina binî û pergalên vanayan têne sazkirin, ji bo ku heywan bi hêsanî bigihêjin ava vexwarinê ya paqij jî birkên ava vexwarinê (şuvat) têne çêkirin. Bi xebatên lênêrîn, tamîrkirin, kûrkirin û xurtkirinê re tê armanckirin ku fonksiyona girtina avê ya goletan bê parastin û çavkaniyên ava heyî bi awayekî bikêrhatîtir bêne bikaranîn.
Xebat li Taxa Erlera Bismilê qediya
Di çarçoveya bernameya xebatê ya 47 goletan de, yek ji rawestgehên dawî yên tîman Taxa Erler a ser bi navçeya Bismilê bû. Encam di xebata dijwar a tîmên ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî de, goleta li taxê hat nûkirin.
Bi xebata lênêrîn, tamîrkirin û nûkirinê ya di goletê de, rasterast piştgirî dan 90 cotkarên ku li taxê bi xwedîkirina heywanan re mijûl dibin û ihtiyaca ava vexwarinê ya 4 hezar heywanên li herêmê ket bin ewlehiyê.
Tîmên ku xebatên li Taxa Erler qedandin, di çarçoveya bernameyê de dest bi lênêrîn û tamîrkirina goleta li Taxa Ugrak a ser bi navçeya Bismilê kirin.
Xebat qada gundewarî ya fireh dihewîne
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, di taxên gundewarî yên ku di çarçoveya bernameyê de hatine diyar kirin de xebatên lênêrîn, tamîrkirin, kûrkirin û xurtkirina bendan bi rê ve bir.
Tîm, li 11 navçeyan bi tevahî di 47 goletan de xebatên lênêrîn û tamîrkirinê dimeşînin. Xebat; goletên li taxên Guruz û Keleşevler ên Çungûşê; Orenkuyu, Bayat, Yaylacik, Çalitepe, Akçorten, Bircemal û Kuyu yên Çermikê; Ortaşar, Tekkaynak, Kiraçbelik, Sirimkesen, Başalan, Dişlibaşak, Yarimkaş, Gumuştaş, Karaçevre, Gorece, Pembeviran, Ekinveren, Yaprakbaşı, Onculu û Yillarca yên Çinarê; Dolapdere û Çobantepe yên Farqînê; Yenievler û Mermer Hizirpınar yên Sûrê; Erler, Ugrak û Tatliçayir yên Bismilê; Harmanardi, Guleçoba û Kirkpinar yên Kayapinarê; Cixsê ya Pasûrê; Pekmezciler a Pîranê; Gurunlu, Kalkan, Işikli, Balaban û Sarica yên Gêlê û Demirli û Dagarasi yên Erxenîyê dihewîne.
Binesaziya avdanê dê bê xurtkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku hilberîner û xwedîkerên heywanan li taxên gundewarî bi taybetî di serdemên zuhabûnê de mexdûriyetê nebînin, û ji bo domandina çalakiyên cotkarî û peşevaniyê, dê xebatên xwe yên ji bo xurtkirina binesaziya avdanê û parastina çavkaniyên ava heyî berdewam bike.
