Fabrîkaya Nanê Gel hat vekirin: Ji bo qezencê nîn e, ji bo gel e
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Fabrîkaya Nanê Gel ku bi felsefeya şaredariya gelparêz dabû destpêkirin, xist ber xizmetê. Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun anîn ziman ku ev proje tenê bi hilberîna nanê erzan bi sînor nîn e; ev veberhênaneke civakî ye ku dê îstihdama jinan zêde bike, aboriya herêmî xurt bike û piştgiriyê bide têkoşîna li dijî xizaniyê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Fabrîkaya Nanê Gel ku bi hişmendiya şaredariya gelparêz ava kiriye, bi merasîmekê vekir. Fabrîkaya Nanê Gel li taxa Baxcilara navçeya Rezanê, li ser qadeke girtî ya 4 hezar û 500 metrekare hat avakirin. Avakirina wê nêzî 11 mehan ajot û bi veberhênaneke 235 milyon lîreyî temam bû. Tesîsa modern ku bi makîneyên tam otomatîk û teknolojiya herî dawî hatiye sêwirandin û pîvanên hîjyenê di asta herî bilind de hatine girtin, kapasîteya wê ya hilberîna rojane wekî 100 hezar nan hat plankirin. Di qonaxa yekem de dê hilberîn bi 40 hezar nanî dest pê bike. Di tesîsê de ku armanc jê peydakirina îstihdamê ji bo nêzî 100 kesî ye, nanên ku tê de tên hilberandin dê bi rêya 43 bufeyên firotinê yên Nanê Gel li seranserî bajêr bigihêjin welatiyan. Nanê ku dê li tesîsê were hilberandin 210 gram e û dê bi bihayê 10 TL'yî were firotin.
Vekirina fabrîkayê bi merasîmeke girseyî hat kirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevseroka Bajêr a Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer, Hevserokên Bajêr ên DBP'ê Ahmet Dogan û Ruçem Vefa Elyakut, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, Sekreterê Giştî yê DBB'ê Serdar Bakirogullari û alîkarên sekreterê giştî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, muxtarên taxan û gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Bernameya vekirinê bi nîşandana erbaneyê dest pê kir. Li ser ekrana ku li ber fabrîkayê hatibû avakirin, dîmenên ku qonaxên hilberînê yên li Fabrîkaya Nanê Gel nîşan didan hatin nîşandan.
Hevşaredar Bucak: Li gorî hewcedariya pêşîn a bajêr hat plankirin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di vekirinê de axivî û diyar kir ku Fabrîkaya Nanê Gel di nava 11 mehan de hatiye temamkirin û pêvajoya avakirina fabrîkayê vegot. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ev qad di qonaxa yekem de wekî cihê bazarê hatibû plankirin, piştre hatibû fikirîn ku li vir pirtûkxaneyek were çêkirin, lê piştî nirxandina hewcedariyên pêşîn ên bajêr, biryar hat girtin ku Fabrîkaya Nanê Gel were avakirin.
Hevşaredar Bucak bal kişand ser krizê aborî û kûrbûna xizaniyê ku ev yek ji qadên xebatê yên pêşîn ên şaredariyê ye û diyar kir ku wan di vî warî de Projeya Nanê Gel xistiye meriyetê.
Dê bi hilberîna 40 hezar nanî dest pê bike
Hevşaredar Bucak spasiya xebatkarên şaredariyê, komên teknîkî û her kesê ku keda wan di çêkirina fabrîkayê de heye kir û destnîşan kir ku kapasîteya hilberîna tesîsê ya rojane 100 hezar nan e, lê di qonaxa yekem de dê rojane 40 hezar nan were hilberandin.
Bucak diyar kir ku li seranserî bajêr dê 43 bufoyên nanê gel xizmetê bikin, armanca wan îstihdamkirina nêzî 100 kesî ye û ji 60 xebatkarên ku niha dixebitin 50 jê jin in.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku xebatkarên jin dê di bufeyên nanê gel de peywirê bikin û ji bo hemû xebataran serkeftin xwest.
Armanc geşkirina aboriya herêmî ye
Hevserok Bucak di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Projeya Nanê Gel tenê bi hilberîna nanê erzan bi sînor nîn e û wiha axivî: "Bi berdewamiya vê proje û projeyên bi vî rengî, em ê hem li dijî xizaniyê li bajarê xwe şer bikin, hem jî hilberînên xwe li vî bajarî bixwin û belav bikin. Bi vî rengî, em ê şansê geşkirin û zindîkirina aboriya herêmî û aboriya gundan di projeyên bi vî rengî de bibînin û bidin jiyandin."
Hevşaredar Hatun: Ev der kargeha gel e
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun jî diyar kir ku Fabrîkaya Nanê Gel yek ji wan ji sozên ku dane gelê Amedê ye û spasiya her kesê ku keda wan di projeyê de heye kir. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku ev fabrîka rasterast kargeha gel e û anî ziman ku tesîs bi armanca qezencê (kâr) nehatiye avakirin. "Bila gelê me jê bawer be ku tu armanceke me ya qezenckirina dirav li vir nîn e. Hemû dahata vê derê tenê ji bo ku ev kargeh li ser piyan bimîne û xwe li hev bigire. Heya ku gelê me ji vê xizaniyê rizgar bibe û li ser piyan bisekine, ev der nayê girtin; em dikarin soza vê yekê bi aşkereyî bidin."
Hatun diyar kir ku vekirina projeyên mîna Fabrîkaya Nanê Gel ji bo wan kelecaneke mezin e û anî ziman ku ew karê dikin wekî xizmeteke pîroz dibînin.
Hilberîna herêmî dê were xurtkirin
Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku kapasîteya hilberîna rojane ya 100 hezar nanî dema ku hewce bike dê were bikaranîn û got ku daxwaza wan a herî mezin ew e ku gel bigihîje mercên aborî yên weha ku hewceyî bi piştgiriyeke wiha nebe.
Hatun bal kişand ser xurtkirina hilberîna herêmî jî û diyar kir ku di pêvajoya pêş de armanca wan ew e ku aşên xwe ava bikin û armanc dikin ku ar û genim jî bi gel re bi hev re hilberînin.
Hevşaredar Hatun axaftina xwe bi daxwaziya ku Fabrîkaya Nanê Gel ji bo gelê Amedê bi xêr be bi dawî kir.
Qurdele hat birîn, fabrîka hat gerandin
Piştî axaftinan, Hevserok û şandeya pê re, li ber Fabrîkaya Nanê Gel qurdele birîn û merasîma vekirinê pêk anîn. Hevserokên ku tevî welatiyan li fabrîkayê geriyan, piştre nan li gel belav kirin.
