Li Otogarê ji bo bebikan cihê pişgiriya bêpere
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dabînkirina hewcedariyên dayikên şîrdar ên ku bi otobusê geştê dikin û bebekên 0-2 salî, li Otogara Amedê "Cihê Pişgiriya Dayik û Bebikan" xist ber xizmetê. Li navendê, her weha ligel pişgiriya xwarina bebekan (mama) û canpêçan (potê bebikan) a bêpere, xizmetên tenduristiyê yên bingehîn jî tên pêşkêşkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku geştên dayikên şîrdar ên ku bi otobusê rêwîtiyê dikin û bebekên 0-2 salî ewletir, hêsantir û rehettir bike, li Kargêriya Termînala Bajarên Mezin a Amedê (DÎŞTÎ) "Cihê Pişgiriya Dayik û Bebikan" vekir. Navend, hewcedariyên jinan ên ku ji keda xwedîkirinê dertên pêş nîşan dide û xizmetên bingehîn ên ku dibe ku dayik û bebek di dema rêwîtiyê de hewcedar bin, li yek xalê û bi awayekî bêpere pêşkêş dike.
Ev navend bêyî ku budçeya şaredariyê bête bikaranîn û bi alîkariyên dilxwazî hatiye avakirin, û hemû xizmetên tê de ji aliyê xebatkarên jin ve tên meşandin.
Hewcedariyên pêwîst li yek navendê ne
Di navendê de ku li cihekî guncav ê otogarê hatiye avakirin; odeya şîrdana zarokan, odeya bêhnvedana dayik-bebikan û qada guhertina binê zarokan (canpêçan) heye. Her weha pîvandina taya bebikan, pîvandina tansiyona dayikan, di dema hewcedariyê de pişgiriya amûra hilmê (nebulîzator) û dema ku pêwîstî hebe xwarina bebikan (mama) û canpêç (pot) bi awayekî bêpere tên dabînkirin.
Di navenda navborî de her weha "bankeya canpêç û xwarina bebikan" jî cih digire. Canpêçên jimare 1, 2, 3 û 4, bezên nexweşan, pedên jinan û ligel vê xwarinên bebikan (mama) yên guncavî komên temenên cuda, bîskvîtên şîr û amûrên din ên hewcedariyên bingehîn ji bo karanîna dayikan tên pêşkêşkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê armanc dike ku vê xebatê, di rûmeta hewcedariyên ku di demên pêş de derkevin holê de, hîn zêdetir berfireh bike.
