Hevşaredar Bucak, beşdarî civîna Encûmena TBB’ê bû
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî civîna encûmena ya meha hezîranê ya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê bû.

Civîna encûmena ya meha hezîranê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) li Enqereyê hat lidarxistin. Li civîna ku li avahiya Navenda Giştî ya TBB’ê û di bin serokatiya Cîgirê Serokê TBB’ê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mersinê Vahap Seçer de pêk hat, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û endamên encûmenê amade bûn.
Di civînê de xebatên yekîtiyê, budçeya sala darî ya 2026’an û bernameya performansa sala 2026’an wekî rojev hatin nirxandin.
Pêşkêşî 121 şaredariyan 122 wesayît hatin kirin
Di Merasîma Radestkirina Wesayîtan de ku piştî civînê hat lidarxistin jî; li gorî rewşa sosyo-ekonomîk, rûber, nifûs, hewcedarî û daxwazan, 122 wesayîtên xizmetê diyarî 121 şaredariyan hatin kirin.
