Hevşaredar Bucak li ser ‘bajarê domdar’ sekinî: Em ê tu kesî li pey xwe nehêlin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, di Civîna Tora Şopandina Xizmetên Herêmî ya DÎTAMê de axivî û destnîşan kir ku wan mafê bajar kiriye navenda hemû polîtîkayên xwe. Bucak anî ziman ku ew bi têgihîştineke bajar a ku pêşaniyê dide paradîgmaya ekolojîk û azadiya jinê, gihîştinê û edaleta civakî tevdigerin û weha got: “Tişta ku bajarekî domdar dike ne tenê veberhênan in, ka ew veberhênan ji bo kê tên kirin, kalîteya jiyanê çiqasî bilind dikin û bêyî ku tu kesî li pey xwe bihêlin çawa digihîjin civakê ye. Em ê li Amedê bi vê têgihîştinê xebatên xwe berdewam bikin.”

Civîna Tora Şopandina Xizmetên Herêmî ya ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve hat organîzekirin, li Salona Civîna ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) bi dirûşma "Li Ser Rêya Bajar û Civakên Domdar Amed" hat lidarxistin. Tevî Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û akademisyen beşdarî vê civînê bûn.
Piştî axaftina vekirinê ya Serokê Lijneya Rêveberiya DÎTAMê Mesut Azîzoglu, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak axivî.
‘Em ê li bersiva pirsa ka em dixwazin di çawa bajarekî de bijîn bigerin’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya beşdarbûn û eleqeya zêde ya ji bo civînê dike, lê belê ev yek di heman demê de berpirsiyariyeke mezin e û weha axivî: “Dibe ku hevalê me yê ku vê xebatê dimeşîne û hinekî şûnde dê pêşkêşiyê bike, ji me re rave bike bê çima ev xebat bi bajarê mezin re sînordar e. Ji ber ku bajarê mezin bûn, di heman demê de tê wateya ku mirov xebatên navçeyên nehatine dîtin jî bi awayekî li ser navê xwe binivîse. Piştî vê spasiyê ez hewcedarî dibînim ku vê yekê jî bi aşkereyî bînim ziman. Lê ne pirsgirêk e, em îro li mala xwe ne, li vir in, bi hev re ne; em ê tevî hemû civaka sivîl û dînamîkên bajêr her tiştî bi hûrgilî nîqaş bikin. Helbet em ê di çarçoveya bajar û civakên domdar de 11 armancan bînin ziman, lê ev armanc bi rastî li bersiva pirsa ka em çawa bajarekî xeyal dikin û em dixwazin di çawa bajarekî de bijîn, digere.”
Hevşaredar Bucak da zanîn ku armanca bajarê domdar ne tenê ji mafê stargehê an jî gihîştina qadên giştî pêk tê, di heman demê de mafê bajar, edaleta civakî, mafê ekolojîk û têgihîştina rêveberiya demokratîk jî dihewîne.
‘Tevkariyek e ji bo paşeroja me ya hevpar’
Hevşaredar Bucak diyar kir ku Amed bajarekî xweser e û di heman demê de ew ji bo pêkanîna paradîgmaya azadiya jinan û modela wekheviyê têdikoşin. Bucak destnîşan kir ku aliyê herî bi nirx ê civînên bi vê rengî ne tenê nirxandina salekê ye ku li pey xwe hildaye.
Bucak axaftina xwe weha domand: “Di heman demê de ji bo plansaziya sala 2027an jî em ê bi piştgiriya civaka sivîl, odeyên pîşeyî û akademiyê re vîna şêwazdayîna bajarekî derxin holê. Ji ber ku em şaredariya beşdar tenê wekî amûreke rêveberiyê nabînin, di heman demê de wekî hêmaneke bingehîn a avakirina bajarekî demokratîk dinirxînin. Rêxistinên civaka sivîl, yek ji aktorên herî girîng in ku şerkar bi awayekî rêxistinkirî dikarin xwe îfade bikin, beşdariyê di polîtîkayên giştî de bikin û demokrasiya herêmî xurt bikin. Ji ber vê yekê, em her rexne û pêşniyara ku îro di vê salonê de bê ziman, wekî tevkariyeke binirx ji bo şaredariya me û paşeroja bajarê me, paşeroja me ya hevpar dibînin.”
‘Divê mirov weha jî bîne ziman ka me di du salan de çawa heşt salan berhev kir’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew ne tenê bi dirûşma bajarên domdar, lê bi dirûşma bajarên domdar ji bo her kesî tevdigerin, lê belê wan hîna ev yek bi temamî bi cih neaniye. Bucak bal kişand ser girîngiya xebata bi hev re ji bo gihîştina vê armanc û îdealê û weha got: “Mînak, çima me nekarî di navbera salên 2016-2024an de xebateke domdar bimeşînin? Cextkirina li ser ku heşt salên me yên domdar tune bûn, ji bo me hîna jî pir rojane û aktûel e. Tê gotin ku ‘Em wan cextkirinan hinekî deynin aliyekî.’ Yek ji kesên ku vê dibêje ez im jî, lê dema em wan cextkirinan datînin aliyekî, divê em weha jî bînin ziman ka me di du salan de çawa rewşa heşt salên nedomdar berhev kir û bi ser hev ve anî. Ev hemû bi hev re girêdayî ne; yanî em nikarin bi awayekî kategorîk wan ji hev qut bikin.”
Cextkirina li ser bajarê domdar
Hevşaredar Bucak cext kir ku bajarekî ku ji bo jinan ewle, ji bo zarokan cihê jiyanê, ji bo astengdaran gihîştbar, ji bo kal û pîran hemûyan dihewîne, ji bo ciwanan hêvî dide û bi xwezayê re di nava lihevhatinê de ye, di rastiyê de tê wateya bajarekî domdar. Bucak diyar kir ku ji roja ku wan dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve, ew hewl didin xebatan bi vê perspektîfê bimeşînin.
‘Em dixwazin bînin xaleke berçav û berpirsiyar’
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku wan mafê bajar kiriye navenda hemû polîtîkayên xwe û bi têgihîştineke bajar a ku pêşaniyê dide paradîgmaya ekolojîk û azadiya jinê, gihîştinê û edaleta civakî tevdigerin û weha axivî: “Em vê yekê di her cûre platforman de nîqaş dikin û hewl didin zêdetir xuya bikin. Em dixwazin ji hevokên nezelal û mîna dirûşman derxin û bînin xaleke berçav, berhevdar, nîqaşbar û berpirsiyar. Helbet em pir baş dizanin ku ev yek di vê bajarî de ne hêsan e. Tişta herî hêsan gotin in, polîtîkayên siyasî ne, manîfestoyên ku ji aliyê siyasî ve hatine nivîsandin in; ya herî hêsan ev e. Lê pêkanîn, sepandin, pratîkkirin, qanihkirina girseyên mezin li ser vê, û mobîlîzekirin û tevgerandina her kesî li ser vê mijarê girîng e. Li vir helbet para herî girîng dikeve ser milê civaka sivîl jî.”
‘Divê em ji bo edaleta civakî û bajar bi hev re biaxivin’
Bucak bal kişand ser girîngiya civaka sivîl û weha got: “Yênî pir binirx e ku civaka sivîl di xeta xebata xwe de, di qadên xwe yên pisporiyê de helbet gotinekê bêje, lê dema ku kar berevajî diçin, em hemû xwe di heman cihî de, di navenda heman nîqaşa bêkêr de dibînin. Bi xêra civînên bi vê rengî, ez pê bawer im ku divê em hemû daxwaz bikin ku ev rewş ji navîn rabe. Divê em vê yekê li ser navê bajêr, li ser navê bajarê domdar, li ser navê edaleta civakî bi hev re nîqaş bikin û bixin şûna wê.”
‘Di warê veguhastinê de pirsgirêkên strukturî yên pir giran hene’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser ku qadên pir zehmet hene û veguhastin jî yek ji van qadan e û weha axivî: “Bêguman di warê veguhastinê de pirsgirêkên strukturî yên pir giran hene. Di mijara kapasîteya me ya veguhastina giştî, kalîteya fîloya wesayîtên me, plansaziyên seferan, rêyên me yên bisikletê, binesaziya me ya bisikletê û veguhastina gihîştbar de kêmasiyên me yên cidî hene. Di 2,5 salên borî de di çarçoveya derfetên xwe de me di van qadan de başkirinên girîng çêkirin, lê ev têrê nake. Bêguman bi sala 2027an re, ez texmin dikim ku piştî gelek nîqaş, civîn û lêkolînên qadê yên ku me di van 2,5 salên ku me hewl daye de kirine, êdî xebatên me dê derbasî qonaxeke berçav bibin.”
‘Tecrûbe û kulliyateke me ya bêhempa heye’
Hevşaredar Bucak da zanîn ku wan di çarçoveya mafê bajar û bajarên domdar de îmze avêtine binê projeyên ku dê bibin mînak û weha got: “Hevalên hêja, Amed îro li Tirkiyeyê yek ji kêm bajarên dostên jinan e. Ev pir girîng e. Dûre, em di nav Bernameya Bajarên Dostên Jinan de ne ku bi hevparî ji aliyê Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve tê meşandin. Tecrûbeyeke me ya bêhempa heye, kulliyateke me ya pir girîng heye. Dûre Dibistana me ya Ekolojî û Avhewayê ya Amedê, di xaleke weha de ye ku dê bibe mînak ji bo gelek saziyên li Tirkiyeyê ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Atîk ve hatiye pêkanîn. Dûre li Tirkiyeyê yekem car me Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran ava kir. Helbet tenê destlêdan têrê nake, îfadekirin û pênasekirina mafên astengdaran têrê nake. Pirsa ka em dikarin vî bajarî bi rastî bikin gihîştbar, hîna li pêşiya me rawetiye. Ji aliyê teknîkî ve, ji aliyê mekanî ve, bi aliyê veguhastinê ve ka em dikarin bikin gihîştbar û ji bo van divê em çi bikin, gelek mijar li pêşiya me ne.”
‘Bajarên domdar pêvajoyeke demdirêj e’
Hevşaredar Bucak anî ziman ku bajarên domdar tu carî ne armanceke temamkirî ye û weha axivî: “Wekî ku ji navê wê diyar e; pêvajoyeke demdirêj e ku fêrbûna berdewam, pêşxistina xwe, hilberandina bi hev re û fêrbûna ji tecrûbeyên din dixwaze. Ji ber vê yekê, em naxwazin nêrînên ku îro li vir tên parvekirin tenê wekî nirxandinekê bimînin. Em dixwazin ku bibe rêberekî bihêz ku rê dide plansaziya me ya sala 2027an. Û heger em ji vê rêberê bihêz dûr bikevin, em dixwazin bi we re, bi civaka sivîl re di mecra û platformên rast de werin cem hev û em daxwaz dikin ku hûn hatina cem hev gengaz bikin.”
‘Rêveberiya bajêr berpirsiyariya her kesî ye’
Hevşaredar Bucak da zanîn ku wan di demeke nêz de bi rêya Konseya Bajêr pêvajoyeke girîng dane destpêkirin ji bo diyarkirina pêşaniyên budceyê bi beşdariya gel û weha got: “Ji ber ku em dizanin rêveberiya bajêr ne tenê ya şaredariyê ye, berpirsiyariya hevpar a her kesê ku di bajêr de dijî ye. Dûre odeyên pîşeyî, zanîngeh, rêxistinên civaka sivîl û şênî parçeyekî bingehîn û jiyanevî yê vê hişê hevpar in. Tişta ku bajarekî domdar dike ne tenê veberhênan in, ka ew veberhênan ji bo kê tên kirin, kalîteya jiyanê çiqasî bilind dikin û bêyî ku tu kesî li pey xwe bihêlin çawa digihîjin civakê ye. Em ê li Amedê bi vê têgihîştinê xebatên xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftinan, akademisyen Dr. Cuma Çiçek rapora şopandinê ya ku xebatên sala 2025an ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji perspektîfa bajar û civakên domdar digire dest, pêşkêş kir.
Di civînê de, li gorî Armancên Geşepedana Domdar a Neteweyên Yekbûyî, sernavên parastina mîrata çandî û xwezayî, gihîştina xanî û xizmetên bingehîn, veguhastina domdar, bajarvanîkirina hemûyan dihewîne, bajarên berxwedêr li hemberî afatan, bandora hawirdorê û hevsengiya ekolojîk, lihevhatina avhewayê, qadên kesk, têkiliyên gund-bajêr û strukturên domdar hatin nirxandin.
Akademisyen, nûnerên odeyên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl tespît û pêşniyarên xwe yên derbarê qadên navborî de bi beşdaran re parve kirin, û civîn bi beşa foruma vekirî ya ku tê de nêrîn û nirxandin hatin kirin, bi dawî bû.
