Ji bo nexweşên çolyakê perwerdeya jiyana bêglûten
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ligel piştevaniya koliya xwarinên bêglûten a ji bo nexweşên çolyakê, xebatên xwe yên perwerde û şêwirmendiyê jî bidomîne. Şaredariya Bajarê Mezin ku di heyama 2025-2026an de bi periyodên diyar 6 hezar û 300 koliya xwarinên bêglûten belav kir, di bernameya perwerdeyê ya ku li dar xist de di mijarên xwarina rast, rêvebirina tirs û fikarê û gihîştina xwarina ewle de agahdarî da.

Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk a ku ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Temenmezinan e, bi mebesta ku nexweşên çolyakê pêvajoya piştî teşxîsê bi awayekî saxlemtir birêve bibin, bernameyeke perwerdeyê ya jiyana bêglûten amade kir. Di bernameyê de ji aliyê dîyetîsyen, derûnnas û pisporên xizmeta civakî ve xizmeta rêberiyê ji bo beşdaran hat pêşkêşkirin.
Xwarina rast û rêvebirina fikarê hatin destgirtin
Nexweşên çolyakê û xizmên wan beşdarî bernameya ku li Salona Sînemayê ya Mehmet Emin Yalçinkaya a li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin bûn.
Serokê Daîreya Xizmetên Astengdar û Temenmezinan Anil Aslan di vekirina bernameyê de axivî û diyar kir ku ew di çarçoveya têgihiştina şaredariya civakî de xizmetên xwe yên li ser bingeha mafan û gihîştbar ku beşdariya wekhev a welatiyên astengdar, temenmezin, xwedî nexweşiyên nadir û kronîk a di jiyana civakî de dipiştiyê, berdewam dikin.
'6 hezar û 300 koliya xwarina bêglûten hat belavkirin'
Aslan anî ziman ku gihîştina nexweşên çolyakê ne tenê ji bo dermankirinê, di heman demê de ji bo mekanîzmayên piştevaniya civakî yên ku dikarin hewcedariyên wan ên bingehîn dabîn bikin jî girîngiyeke mezin dihewîne û got: “Di heyama 2025-2026an de bi periyodên diyar bi tevahî 6 hezar û 300 koliya xwarina bêglûten hatin belavkirin. Meşandina piştevaniya xwarinê û perwerdeyê bi hev re, dema ku xizmetên tenduristiyê yên parastinê bihêz dike, modeleke piştevaniya civakî ya giştgir ku kalîteya jiyanê zêde dike jî ava dike.”
Ji pisporan agahdarkirina li ser jiyana bêglûten
Di çarçoveya bernameyê de Dîyetîsyen Emre Yagci û Pispora Xizmeta Civakî Fatma Kikizade li ser prînsîpên bingehîn ên xwarina bêglûten, adêtên rast ên xwarinê, domdariya jiyana bêglûten û rêvebirina tirs û fikarê agahî dan beşdaran.
Xizmetên li ser bingeha mafan dê berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê xebatên xwe yên ji bo bihêzkirina gihîştina nexweşên çolyakê ya li xizmetên li ser bingeha mafan, agahiyên ewle, xwarinên ewle û mekanîzmayên piştevaniya civakî û aborî bidomîne. Bi vê bernameyê re tê armanckirin ku nexweşên çolyakê nexweşiya xwe çêtir nas bikin, adêtên rast ên xwarinê bi dest bixin û jiyana bêglûten bikin parçeyekî xwezayî yê jiyana xwe ya rojane.
