Ji DBBê ji bo jinan perwerdeya avjeniyê ya belaş
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku gihîştina jinan a ji bo sporê hêsan bike û di nav jîngehên ewle de çalakiyên fîzîkî bikin, perwerdeyên avjeniyê yên belaş ji nû ve dide destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, ji bo ku piştgiriya sûdwergirtina wekhev a jinan a ji qadên giştî bike û derfetê bide ku di jîngehên ewle de çalakiyên fîzîkî bikin, perwerdeyên avjeniyê yên belaş ji nû ve dide destpêkirin. Di çarçoveya projeya ku armanc dike tevlêbûna jinan a ji bo jiyana civakî zêde bike û gihîştina wan a ji bo sporê hêsan bike de, perwerdeyên avjeniyê yên belaş dê di hewza avjeniyê ya li Qada Seyranê ya Parka Jiyana Civakî a li navçeya Yenîşehîrê de werin dayîn.
Piştgiriya alavan dê were dabînkirin
Bernameya perwerdeyê ku dê jin tê de hem sporê bikin hem jî di jîngeheke ewle de têkiliyên civakî deynin, di bin çavdêriya rahênerên pispor de herê meşandin.
Bernameya perwerdeyê dê di hefteyê de du roj be û bi giştî meh her carê bidome; di vê heyamê de hemû alavên ku beşdar pêwistî pê bibînin, ji aliyê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan ve bi awayekî belaş werin dabînkirin.
Cihên ku serlêdan lê werin kirin
Jinên ku dixwazin ji kursa avjeniyê sûd werbigirin, dikarin serî li navendên jiyana jinan ên Yenîkoy, Ben û Sen, Quça û Koşuyoluyê bixin.
