Şaredariya Bajarê Mezin dê li 3 cihan aşûreyê belav bike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Meha Miheremê de ji ber Roja Aşûreyê, roja Sêşemê 7'ê Tîrmehê saet di 19.30'an de li Meydana Bajêr, Meydana Deriyê Çiyê û Parka Koşuyoluyê aşûreyê pêşkêşî welatiyan bike.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Meha Miheremê de ji ber Roja Aşûreyê dê li sê cihên cuda yên bajêr aşûreyê belav bike. Di çalakiyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve wekî sembola parvekirin, piştgirî, biratî û aştiyê tê dîtin, welatî dê aşûreya xwe bi hev re parve bikin.
Dê li sê cihên cuda bê belavkirin
Li gorî bernameya ku li ser afîşê cih digire, çalakî dê roja Sêşemê 7'ê Tîrmehê saet di 19.30'an de bi awayekî hemwext (hevdem) li sê cihan bê lidarxistin.
Aşûre, li Meydana Bajêr bi hevkariya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, li Meydana Deriyê Çiyê û li Parka Koşuyoluyê dê pêşkêşî welatiyan bê kirin.
Bang li hemû welatiyan hat kirin
Şaredariya Bajarê Mezin, bi banga "Werin canîno em bibin yek, bila aşûreya me bibe aştî" fersend da û hemû welatî vexwendin parvekirina aşûreyê.
