Ji Hevşaredar Hatun seredana moralê bo werzişkarên ciwan ên ku xwe ji bo ezmûnê amade dikin
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi xwendekarên ku ji kursa amadehiyê ya belaş a ji bo ezmûnên parkurê yên BESYO û Lîseya Werzişê sûdê werdigirin re hat ba hev û serkeftin ji wan re xwest.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ciwanên ku xwe ji ezmûnên parkurê yên Dibistana Bilind a Perwerdehiya Cismî û Werzişê (BESYO) û Lîseyên Werzişê re amade dikin, kurseke amadehiyê ya belaş dide. Di kursên ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzişê, Şaredariya Peyasê (Kayapinar) û Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir In de tên meşandin, 300 xwendekaran qeydên xwe çêkirin. Li kursên ku bi mebesta beşdarkirina jiyana perwerde û werzişê ya ciwanan tên lidarxistin, ji bo werzişkarên paşerojê di bin çavdêriya rahênerên profesyonel de heftiyê 5 rojan bernameyeke perwerdeyê ya gur tê sepandin. Antrenmanên ku li Salona Werzişê ya Talaytepeyê, Sahiya Çîmena Sentetîk a Talaytepeyê û Salona Werzişê ya Şaredariya Rezanê (Baglar) tên kirin, ji 5’ê Gulanê vir ve berdewam dikin.
Hevşaredar Hatun: Ev pêvajo dê we bibe serkeftinê
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di vê çarçoveyê de tevî Hevberdevkê Meclîsa DBB’ê Ayhan Karatekin, endamên meclîsê û serokê daîreyê, serdana Kompleksa Werzişê ya Girtî ya Talaytepeyê kir û li gel xwendekarên ku antrenman dikirin hat bal hev.
Hevşaredar Hatun ji nêz ve bi werzişkarên ku antrenmanên xwe didomînin re eleqedar bû, hinekî bi ciwanan re sohbet kir û di pêvajoya ezmûnê de serkeftin ji wan re xwest. Hevserok Hatun di serdanê de axivî û got: "Ji niha ve ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazim. Dê pêvajoyeke we ya amadehiyê ya demdirêj hebe û ev pêvajoya amadehiyê dê we bibe serkeftinê. Em hêvî dikin ku her yek ji we qadên ku hûn dixwazin bi serkeftineke baş qezenc bikin."
Heya ezmûnê perwerdeya bênavber
Amadehiyên ji bo Lîseyên Werzişê ya Futbola Tematîk û ezmûnên parkurê yên şaxên din, dê di navbera 1-12’ê Tîrmehê de (ku di van dîrokan de ezmûn dê werin çêkirin) berdewam bikin. Xebatên amadehiyê yên ji bo ezmûnên parkurê yên BESYO’yê yên ku tê plankirin di meha Tebaxê de werin çêkirin jî dê heya dîroka ezmûnê bidomin.
Piştgiriya amûr û servîsê
Şaredariya Bajarê Mezin ku armanc dike di perwerdeyê de wekheviya derfetan peyda bike, amûrên werzişê yên mîna tîşort û şortên ku dê hemû xwendekarên beşdarî kursê bûne di pêvajoya antrenmanê de hewcedarî pê hebe, bi belaşî dabîn dike. Her wiha ji bo ku xwendekar bi ewlehî û rihetî bigihêjin qadên antrenmanê, piştgiriya servîsa belaş jî tê dayîn.
Qeydkirin berdewam dike
Ji bo kursa amadehiyê ya BESYO’yê ku ciwan eleqeyeke mezin nîşan didin, piştî Ezmûna Saziyên Perwerdehiya Bilind (YKS) jî pêvajoya qeydkirinê berdewam dike. Ciwanên ku dixwazin tevli kursan bibin û piştgiriya profesyonel bistînin, dikarin di ser navnîşana https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSc0V9aANylcPfwBKl9EuCXfwz7TxkuMmWgDFyeK3V6ad3RFow/viewform re qeydên xwe çêbikin.
