Sepandina ‘Kafeya Min a Paqij’ dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku welatî bigihîjin kargehên tendurist, ewledar û biqalîte, sepandina “Kafeya Min a Paqij” xist meriyetê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo gihîştina welatiyan a ji bo xwarina tendurist û xizmeta biqalîte, mîna sepandina “Alaya Spî” ya ku ji bo kargehên xwarinê hildiberînin, difroşin, hûr dikin û depo dikin bi rê ve dibe, sepandineke wekî wê ji bo kafeyan jî da destpêkirin.
Di çarçoveya sepandina “Kafeya Min a Paqij” de ku ji aliyê ekîbên Kontrola Xwarinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ve tê meşandin, kafe û kargehên bi vî rengî ji aliyê paqijî, binesaziya teknîkî, mercên fîzîkî û kalîteya xizmetê ve tên kontrolkirin.
Bi sepandina “Kafeya Min a Paqij” re ku armanca wê parastina nirxa marqeya bajêr a di qada gastronomiyê de ye û derfeta bijartina kargehên ewledar dide welatiyan, dîmenên agahdarkirinê li kargehên ku pîvanan bi cih tînin tên daliqandin.
Kargeh ji gelek aliyan ve tên kontrolkirin
Ekîbên Kontrola Xwarinê, di çarçoveya sepandinê de li seranserê bajêr di kafe û kargehên wekî wan de kontrolên berfireh pêk tînin. Di kontrolan de rewşa paqijiyê ya giştî ya kargehan, paqijiya metbex û qadên xizmetguzariyê, guncawbûna alavên teknîkî, cilûbergên xebataran, mercên parastina xwarinê, paqijiya hawirdorê û kalîteya xizmetê mîna gelek sernavan tên lêkolînkirin.
Ekîb, beriya kontrolê li kargehan derbarê sepandinê de agahdarkirinê dikin. Piştî agahdarkirinê di kontrolên ku tên kirin de, kargehên ku mercên hewce yên paqijî û kalîteyê bi cih tînin tên diyarkirin.
Ji bo welatiyan derfeta bijartina ewledar
Sepandina “Kafeya Min a Paqij”, li gel kontrolên heyî wekî sîstemeke ku welatiyan jî dixe nav pêvajoyê derdikeve pêş. Bi saya vê sepandinê, welatî dê bikaribin kargehên ku ji aliyê ekîbên Kontrola Xwarinê yên Şaredariya Bajarê Mezin ve bi rêkûpêk tên kontrolkirin hîn hêsantir ji yên din cuda bikin.
Li kargehên ku krîterên diyarkirî bi cih tînin, ji aliyê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ve nivîsên agahdarkirinê yên “Kafeya Min a Paqij” tên daliqandin. Bi vî rengî, welatî ji bo tercîhkirina kargehên ku xizmeteke paqij, tendurist û ewledar pêşkêş dikin tên teşwîqkirin.
Dê li seranserê bajêr bê berfirehkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, armanc dike ku sepandina “Kafeya Min a Paqij” li seranserê bajêr berfireh bike. Bi vê sepandinê hem bilindkirina standardên paqijî û kalîteya xizmetê ya kargehan hem jî gihîştina welatiyan a ji bo xwarina tendurist a di mercên ewledar de tê armanc kirin.
Ekîbên Kontrola Xwarinê yên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, dê kontrolên xwe yên ji bo kargehên ku xwarinê hildiberînin, difroşin, hûr dikin û depo dikin bi rêkûpêk berdewam bikin.
