Têkoşîna li dijî tîryaktiya madeyan dê li seranserî bajêr bê belavkirin
Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya 14 şaredariyên navçeyan û rêxistinên sivîl, ji bo avakirina navendeke dermankirinê ya bi têgihîştina “gundê rehabûnê” (rehabîlîtasyon) amadekarî dest pê kirin; her wiha ligel şaredariyên navçeyan toreke hevahengiyê ya hevpar hat avakirin. Hevşaredar Serra Bucak da zanîn ku bi biryarên meclîsê wan biryara vekirina navendên şêwirmendiyê girtiye û destnîşan kir ku ew armanc dikin vê têkoşînê li seranserê bajêr belav bikin.

Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi hevkariya 14 şaredariyên navçeyan ên Partiya DEMê, Platforma Şiyar Be û rêxistinên sivîl, di têkoşîna li dijî tîryaktiya madeyan (madeyên hişber) de serdemeke nû hat destpêkirin. Şaredarî ji aliyekî ve xebatên xwe yên heyî yên şêwirmendî û perwerdehiyê didomîne, ji aliyê din ve jî ji bo avakirina navendeke berfireh a dermankirin û rehabûnê li bajêr dest bi amadekariyan kir. Civîna çapemeniyê ya ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê rû da û tê de li ser xebatên li seranserê bajêr agahî hatin dayîn, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên navçeyan û pêkhateyên vê xebatê beşdar bûn.
Li hemû navçeyan dê navendên şêwirmendiyê bên avakirin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak a ku deqa çapemeniyê xwend, da zanîn ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya têkoşîna li dijî tîryaktiya madeyan de, ji aliyekî ve em xizmetên xwe yên şêwirmendî û perwerdeyê didomînin, ji aliyê din ve jî ji bo avakirina navendeke berfireh a dermankirin û rehabûnê li bajêr dest bi amadekariyan kiriye.
Hevşaredar Bucak diyar kir ku wan ligel şaredariyên navçeyan toreke hevahengiyê ya hevpar ava kiriye; her wiha destnîşan kir ku hemû şaredariyên navçeyan bi biryarên meclîsa xwe, biryara vekirina navendên şêwirmendiyê girtine û bi vî rengî armanc dikin ku vê têkoşînê li seranserê bajêr belav bikin. Bucak destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tîryaktiya madeyan, yek ji qadên wan ên sereke yên xebatê ye.
Ji bo 140 welatiyan terapî û piştgiriya kesane
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku di Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Tîryaktiya Madeyan de (ku di sala 2025an de li Kompleksa Sumerparkê hatibû vekirin) xizmetên mîna terapî, şêwirmendiya psîkolojîk û piştgiriya psîkososyal pêşkêşî wan welatiyan dikin ku li dijî tîryaktiyê têdikoşin, û li ser navendê van agahiyan parve kir: "Navenda me ji roja vebûna xwe ve heta niha xizmeta terapî û şêwirmendiya kesane daye 140 welatiyan. Piştgiriya ku ji serîlêderan re hat pêşkêşkirin ne tenê di hundirê navendê de ma; di pêvajoyên nexweşxane û dermankirinê yên ku hewce dikirin de jî hevaltî ji wan re hat kirin. Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê navenda me ve tên birêvebirin, ji bo 1700 dêûbav û mezinan perwerdehiyên hişmendiya tîryaktiyê hatin dayîn. Bi mebesta ku malbat rîskên tîryaktiyê zû ferq bikin, bi zarokên xwe re têkiliyeke saxlem deynin û helwestên parastinê pêş bixin, bernameyên berfireh hatin pêkanîn. Ji aliyê din ve, ji bo ku zarok û ciwan ji rîska tîryaktiyê dûr bisekinin, di çarçoveya xebatên berdewam de me 2520 zarok li Atolyeyên Parka Jiyanê gihandin hev."
Amadekarî ji bo navenda dermankirin û rehabûnê dest pê kirin
Hevşaredar Bucak anî ziman ku li gorî xebatên ku li qadê tên meşandin û daxwazên ku ji malbatan tên, ew di wê bîrdoziyê de ne ku li bajêr hewcehiyeke pir girîng heye û wiha axivî: "Ezmûnên tîmên me yên pispor ku nêzî sal û nîvekê ye li qadê dixebitin, û vegerên ku ji serîlêder û malbatan tên, pêwîstiya navendeke bi vî rengî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Em dixwazin diyar bikin ku navenda ku em plan dikin bînin pê, dê ne tenê qadeke dermankirinê be; bilakîs, dê bi têgihîştina 'gundê rehabûnê' bê swirandin ku tê de hilberîn, jiyana civakî, piştgiriya psîkolojîk û ji nû ve yekbûna civakî bê mîsogerkirin."
Ligel şaredariyên navçeyan toreke têkoşînê ya hevpar tê avakirin
Hevşaredar Bucak anî ziman ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi mebesta ku têkoşîna li dijî tîryaktiyê li seranserê bajêr xurtir û berfirehtir bikin, wan ligel şaredariyên navçeyan toreke hevahengiyê ya hevpar ava kiriye; her wiha li gotinên xwe zêde kir ku xebatên têkoşîna li dijî tîryaktiyê dê li hemû navçeyan di nav hevahengiyê de bên birêvebirin û parvekirina agahî û ezmûnan dê bêtir xurt bibe.
‘Têkoşîna li dijî tîryakê berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku têkoşîna li dijî tîryaktiya madeyan, xebateke berfireh û hevpar neçar (mecbûr) dike; wekî şaredariyên Partiya DEMê, ji bo siberoja zarok, ciwan û malbatên me, ew bi biryardarî berdewam dikin ku xebatên têkoşîna li dijî tîryaktiyê mezin bikin, piştgiriya civakî xurt bikin û gavên nû bavêjin.
Bangawaziya ji bo raya giştî
Hevşaredar Bucak spasiya xebatkarên ku di Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Tîryaktiya Madeyan de wezîfedar in, şaredariyên navçeyan, saziyên ku piştgiriyê didin û hemû welatiyên ku kedê didin vê têkoşînê kir; her wiha da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku çapemenî jî dê di serkeftina van hemû xebatan de roleke girîng bigire ser xwe.
Piştî daxuyaniyê, Hevşaredaran bersiva pirsên rojnamevanan dan.
