Şaredariya Bajarê Mezin, di dema karantînayê de rê û rêbar, kuçe û kolan û meydanên ji heywanan re bûne pawan, ji bîr nekirin.
Piştî ku ji aliyê Kabîneya Serokamariyê ve biryara karantinaya 17 rojan hate wergirtin, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo welatî mexdûr nebûn bi hemû beş û yekeyên xwe ve zend û bend badane û xebatên xwe bêarwestan didomîne, heywanên tereke yên li kolanan jî ji bîr nekirin.
“Her Giyan Emanetê Me Ye”
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, bi şîara “Her Giyan Emanetê Me Ye” li navçeya Peyas, Baglar, Yenîşehir û Sûrê xwerek danî qonaxên heywanên tereke.
Ekîban bi destê xwe heywanên kolanan xwedî kirin û ew ê heta 17’ê Gulanê hindî ku qedexeya bi boneya karantînayê heye xebatên xwe bidomîne û bi hawara heywanan rabe.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, di dema karantînayê de ji bo heywanên li kuçeyan xwedan bike dê xwerekê ji wna deyne deren ku berê hatine destnîşankirin.